Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundên Binarê Qendîlê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker navbera gundên Silê û Bolê bombebaran kirin, heta niha jî balafirên şer yên dewleta Tirk bi nizmî li asîmanê Qendîlê difirin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundên Binarê Qendîlê bombebaran kirin
26 kanûn, 2023   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnwes′ê îro danê êvarê balafirên bêmirov û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Silê û Bolê, her wiha gundên Berdqelşîw, Kilaw Reşan ên nêzîkî Derwe Kotrî yên li çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.

 Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm têkildarî êrîşê ji Rojnews′ê re axivî û ragihand, ji îro danê êvarê ve balafirên şer li asîmanê Binarê Qendîl û Pêşderê digerin, navbera gundên Silê û Bolê yên li Binarê Qendîlê bombebaran kirin û got; “Bombebaran heta niha jî berdewam dikin. Lê heta niha jî nayê zanîn di encama êrişan de çi zererên canî û madî çêbûne.”

Li gorî çavkaniyên herêmî, Îro danê êvarê li gundên Berdqelşîw û Kilaw Reşan yên ser bi Derwê Kotrî ya Binarê Qendîlê, ji baliyê balafirên şer û balafirên bêmirov ve hatin bombebarankirin.

Her wiha heta kêliya amadekirina nûçeyê jî dengê balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker li asîmanê Binarê Qendîlê û devera Pişderê dihat bîhistin.

Dewleta Tirk a dagirker ev 2 roj in êrişên gelek dijwar bi balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek li ser, çandinî, cihên sivîl, malan, nexweşxane, benzînxane, kargehên cuda yên Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin, di encama êrişan de gelek welatiyên sivîl şehîd bûne û zerereke mezin ya madî gihiştiye binesaziya herêmê.