′Girîngiya rola jinan di fikrên Rêber Apo de" mijara roja duyemîn a çalakiya Helebê ye

Di çalakiya Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD'ê ya roja duyemîn de mijara ′Girîngiya rola jinan di fikrên Rêber Apo de" ya ji Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk hat nîqaşkirin.

26 kanûn, 2023   21:56
HELEB

Di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanê ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, duh Kongra Star û Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakiyeke 3 rojan li dar xist. Îro roja duyemîn a çalakiyê ye.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, tevgerên jinan û nûnerên partiyên siyasî berê xwe da kafîteryaya Telêt Heleb a taxa Şêxmeqsûd a Helebê.ر

Di çalakiyê de endama Akademiya Şehîd Hêzil, Şîlan Xelîl mijarê çalakiyê ya bi sernavê ′Girîngiya rola jinan di fikrên Rêber Apo de" xwend û der barê qonaxên ku tê de jin hatine şikestin û rêbazên xwediyên zîhniyeta baviksalarî yên têkbirina destkeftiyên jinan de axivî.

Her wiha Şîlan Xelîl behsa qonaxa serweriya dayika xwedawend a li ser civakê û fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan û wekheviyê, kir.

Her wiha di mijarê de, girîngiya azadiya jinan di projeya neteweya demokratîk de hate nîqaşkirin,  ku jin xwe di çarçoveya demokrasiya modernîte de li qadên aborî, leşkerî û siyasî îsbat bikin û rêbazên saxlem derveyî fikrên dewletî yên ku mirovan kole dikin bişopînin.

Piştre endama Rêxistina Sara, Zeyneb Elîko destnîşan kir ku rizgarkirina jinan rizgarkirina civakê ye, ji ber ku ew zarokan mezin dike û digihîne.

Rêvebera Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Nesrîn Mihemed destnîşan kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şoreşa jinan hat naskirin, ji ber ku jinan di hemû qadan de xwe îsbat kirin û rolek di sazkirina Hevpeymana Civakî ya nû de ku di hevpeymanê de mafên jinan parastî ne, lîstin.

Endama rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Ayşe Hiso diyar kir ku eşqa rastîn a ku Rêber Abdullah Ocalan behsê dike divê bê pratîkkirin û ew jî bi rêya pêkanîna projeya neteweya demokratîk e.

Her wiha, hevserokê Saziya Olî ya Helebê Şêx Elî El Hesen destnîşan kir ku civak bi azadiya jinan azad û rêxistinkirî dibin.

Piştre zarokên Navenda Zarokan a Stêrk bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan derbasî cihê çalakiyê bûn.

Di dawiya roja duyemîn a çalakiyê de sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola jinan di avakirina şoreşan û guhartina civakan de hat pêşandan.

Sibe roja sêyemîn û ya dawîn a çalakiyê ye.

(mh)

ANHA