Artêşa Tirk topbaranên li dijî gundên Şehbayê fireh dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi çekên giran gundên kantona Şehbayê topbaran dike.

Artêşa Tirk topbaranên li dijî gundên Şehbayê fireh dike
26 kanûn, 2023   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker topbaranên xwe li dijî gundê kantona Şehbayê ferih dike.

Nûçegihan diyar kir ku artêşa Tirk bi çekên giran gundên Miniq, Mernaz, Bêlûniyê, Şêx Îsa, gundê Hirbilê, derdora Til Refetê, gundê Um Hoş, Samoqa, Cîcan, Til Medîq û derdora gundê Wehşiyê topbaran kirin.

Lê nûçegihan tu agahiyên der barê ziraran de bi bîr nexistin.

(fr)

ANHA