Balafirên şer bajarê Minbicê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li navend bajarê Minbicê avahiya desteyeke Rêveberiya Xweser a Kantona Minbicê bombebaran kir.

Balafirên şer bajarê Minbicê bombebaran kir
8 kanûn, 2024   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, piştî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyan şikand û hejmarek ji çeteyan kuşt, balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Minbicê avahiya desteyeke Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê bombebaran kir.

(fr)