Fabîan Molîna: Rojava kelheke ku nûneriya demokrasî û aramiyê dike

Endamê Parlamentoya Federal Fabîan Molîna di rojeva Parlamentoya Swîsreyê de qala geşedanên li Sûriyeyê kir. Fabîan Molîna destnîşan kir ku Rojava kelheke ku nûneriya demokrasî û aramiyê dike û ji bo piştevaniya Rojava, bang kir.

Fabîan Molîna: Rojava kelheke ku nûneriya demokrasî û aramiyê dike
8 kanûn, 2024   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Geşedanên li Sûriyeyê qewimîne, girîngiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada navneteweyî car din kir rojev. Endamê Komîsyona Karên Derve ya Swîsreyê Parlamenter Fabîan Molîna pêşniyarname pêşkêşî Parlamentoya Federal kir û ragihand ku Rojava ji bo herêmê xeteke parastinê ya krîtîk e û diyar kir ku Rojava çêkereke ku li dijî hêzên cîhadperest berxwedanê raber dike.

‘ROJAVA DI BIN GEFÊ DE YE’

Fabîan Molîna anî ziman ku parastina Rojava tenê ji bo îstiqrara herêmê na, di heman demê de ji bo parastina nirxên demokratîk jî xwedî girîngiyeke krîtîk e û destnîşan kir ku Swîsre ji bo piştevaniya vê çêkera xweser, divê hewldaneke mirovî û dîplomatîk a hîn xurttir nîşan bide. Parlamenter Molîna di pêşniyarnameya xwe de, ev tişt bilêv kir: “Şerê li Sûriyeyê dijwar dibe, Rojava jî li herêmê kelha aramî û demokrasiyê ye û li dijî cîhadperestiyê jî stargehek e. Lê belê ev çêkera xweser û federal, di bin gefên cidî yên hêzên cîhadperest de ye.” Parlamenter Fabîan Molîna ev pirs ji Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê kirin û bersiva pirsan xwest:

-Swîsre herêma Rojava ji aliyê alîkariya mirovî û binesaziya wê ve, çawa destek dike?

-Swîsre ji bo piştevaniya nifûsa sivîlan a li Sûriyeyê, kîjan çavkaniyan bi kar tîne?

-Konseya Federal ji bo pêşî li hîn zêdetir koçberiyê bigire, kîjan stratejiyê bi kar tîne?

Yên herî zêde hatine xwendin

DAÎŞ tevgeriya!

Mazlûm Ebdî: Em ji kêliyên dîrokî re şahidiyê dikin

Li Swêdê yek deng: Em ê Rojavayê Kurdistanê biparêzin  BI DÎMEN

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Li deriyê bajêr şerekî dijwar diqewime  BI DÎMEN