Eşîra Omeriyan: Divê rêxistin û partiyên Kurdan bibin yek

Eşîra Omeriyan a li bajarê Qamişlo têkildarî geşedanên nû yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Eşîra Omeriyan: Divê rêxistin û partiyên Kurdan bibin yek
Eşîra Omeriyan: Divê rêxistin û partiyên Kurdan bibin yek
Eşîra Omeriyan: Divê rêxistin û partiyên Kurdan bibin yek
Eşîra Omeriyan: Divê rêxistin û partiyên Kurdan bibin yek
Eşîra Omeriyan: Divê rêxistin û partiyên Kurdan bibin yek
8 kanûn, 2024   17:00
QAMIŞLO

Eşîra Omeriyan li taxa Zeytûniyê ya bajarê Qamişlo têkildarî geşedanên nû yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Reşad Mihemed bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) û Sertîp Cizîrê ve jî bi zimanê Erebî hat dayîn.

Reşad Mihemed têkildarî hilweşîna Hikûmeta Şamê diyar kir ku ew vê roja azadiyê li hemû gelê Sûryeyê pîroz dikin.

Reşad Mihemed da zanîn ku piştî bi dehan salan zordarî ew bi hêvîne ku gelê Kurd li hebûna xwe, li hêzên xwe xwedî derbikeve.

Reşad Mihemed di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em wek eşîra Omeriyan di destpêka dîrokê de jî me berevaniya xak û welatê xwe kiriye û me bi dehan şehîd dane. Îro jî em vê soza xwe nû dikin ku em berevaniya xak û welatê xwe bikin da ku em bigihîjin azadiya xwe. Em wek gelê Kurd li Sûriyeyê ji bo guhertina sîstematîk parçeyekî esasî ne."

Reşad Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistin û saziyên Kurdî kir û got: "Em bibin yek."

(bm)

ANHA