Balafirên Hûsiyan keştiyên şer ên Amerîkî û Îsraîlî hedef girtin

Hûsiyan ragihand ku bi balafirên bêmirov keştiyên şer ên Amerîkî û Îsraîlî li Deryaya Sor, Deryaya Erebî û Kendava Eden bombebaran kirin.

Balafirên Hûsiyan keştiyên şer ên Amerîkî û Îsraîlî hedef girtin
20 sibat, 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên bêmirov ên hêzên çekdarî yên Yemenê bi gelek balafirên bêmirov gelek keştiyên şer ên Amerîkayê li Deryaya Sor û Deryaya Erebî bombebaran kirin.

Di daxuyaniya Hûsiyan de hate diyarkirin ku bi balafirên bêmirov nuqteyên Îsraîlê li herêma Um Reşraş a li başûrê Filistînê bombebaran kirin. Her wiha li Kendava Eden bi gelek moşekan keştiya Îsraîlê MSC SILVER bombebaran kir.

(fr)