Li hemberî tunebûnê perwerdeya bi zimanê dayikê

Bi salane zimanên resen ên cîhanê bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Perwerdeya bi zimanê dayikê û fêrbûna pirzimanî ji xalên sereke ne ku di Roja Zimanê Dayikê de tên nîqaşkirin.

Li hemberî tunebûnê perwerdeya bi zimanê dayikê
21 sibat 2024   03:37
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Îro 21`ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Salane gelek civak li ser rûyê cîhanê dûrî zimanê xwe yê dayikê dikevin, zimanên wan tune dibin.

Rapora îsal (2024) a Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) nehatiye weşandin. Sala borî UNESCO’yê di rapora xwe de mijara 2024`an bi sernavê “Perwerdeya pirzimanî wekî stûna hînkirin û fêrbûna di navbera nifşan de” diyar kiribû.

Bi vê dirûşmê rola pirzimanî ku cihê xwe di pêkanîna parastina şêniyên resen digire, girîngiya xwendina bi zimanê dayikê û piştre fêrbûna zimanên civakên din, derdixe holê.

Li gorî agahiyên ku UNESCO`yê dane, zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin, ji yên ku bi zimanê xwe yê dayikê naxwînin, ji sedî 30 jêhatîtir in.

PIŞTGIRIYA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Di raporeke xwe de UNESCO`yê bang li civaka navneteweyî kiriye ku piştgiriya welatên parzemîna Afrîkayê bikin da ku li gel wan sîstema perwerdeya bi zimanên cuda bi pêş bikeve. Ji ber ku rêjeya pirzimanî li Afrîkayê ya herî zêde ye.

Welatê Mozanbîk ê li rojhilatê Afrîkayê wekî mînak daye ku li wir sîstema perwerdeyê bi 2 zimanan e.

ZIMAN WINDA DIBIN

UNESCO`yê di rapora 2023`yan de diyar kiribû ku tê texmînkirin her 2 hefteyan carekê 2 ziman li cîhanê winda dibin, bi ziman re mîrasa çandî û fikrî yê wê civakê jî winda dibe.

Ji sedî 45’ê zimanên li cîhanê ku hejmara wan 7 hezar e, rastî tunebûnê tên. Zimanê ku bi rêya perwerde û fêrkirinê bi pêş dikevin û dûrî windabûnê dikevin, hejmara wan ji sedan zêdetir nabe.

DÎROKÇEYA 21’Ê SIBATÊ

Di sala 1952`yan de gelê Bengladeşê li bajarê Dakayê ji bo parastina zimanê xwe daket qadan, polîsên pakistanî gelek ciwanên bengladeşî qetil kirin. Ji wê rojê ve bengladeşî 21`ê Sibatê wek Roja Zimanê Navneteweyî pîroz dikin.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê her sal 21`ê Sibatê tê pîrozkirin, ew jî ji bo balkişandina ser hişmendiya pirrengiya zimanî û çandî ye. 17`ê Mijdara 1999`an di kongreya UNESCO`yê de hate ragihandin û di sala 2002`yan de ji milê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara fermîkirina wê hate dayîn.

ANHA