xelkê Eyn Îsa di mercên zehmet de pêdiviyên ava vexwarinê pêyda dikin

Fatme Îbrahîm a ji xelkê navçeya Eyn Îsa ya kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşên dabînkirina ava vexwarinê dikişîne, lê Ayşe El Salih jî rêbazeke pêk anîn û sûd ji ava baranê wergirt.

xelkê Eyn Îsa di mercên zehmet de pêdiviyên ava vexwarinê pêyda dikin
xelkê Eyn Îsa di mercên zehmet de pêdiviyên ava vexwarinê pêyda dikin
xelkê Eyn Îsa di mercên zehmet de pêdiviyên ava vexwarinê pêyda dikin
xelkê Eyn Îsa di mercên zehmet de pêdiviyên ava vexwarinê pêyda dikin
xelkê Eyn Îsa di mercên zehmet de pêdiviyên ava vexwarinê pêyda dikin
xelkê Eyn Îsa di mercên zehmet de pêdiviyên ava vexwarinê pêyda dikin
21 sibat 2024   05:38
EYN ÎSA

Di 15ˊê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker gelek stasyon û navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin. Stasyona kehrebê ya Eyn Îsayê yek ji wan stasyonan e ku ji ber êrişan ji xizmetê derket. Di encamê de 19 hezar welatî li 275 gund û navçeya Eyn Îsayê ji ava vexwarinê mehrûm bûn. Xelkê navçeyê ji bo peydakirina ava vexwarinê ji qenalên avdanê û stêran zehmetiyan dikişînin.

Fatme Îbrahîm a ji navçeya Eyn Îsayê di dabînkirina ava vexwarinê de êşên mezin dikişîne û wiha got: "Em êşên kêmbûna avê dikişînin. Em nikarin bikirin jî. Ji ber ku stêr bi bihayeke bilind difiroşin. Her bermîleke avê bi 4 hezar lîreya Sûriyeyê ye. Ev yek jî ne li gorî qûta me ye."

Ayşe El Salih jî hewl dide bi keda xwe ava paqij bi lêçûneke kêm peyda bike. Ayşe bermîla avê dixe bin şirukê da ku sûdê ji ava baranê wergire. Ji ber ku ew jî nikare avê bikire.

Li aliyekî din jî Gerînendetiya Avê bi hevkariya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê re hewl dide li gorî derfetên xwe yên heyî avê peyda bike, bi wê re stêrên avê ji bo belavkirina ava vexwarinê li welatiyan veqetandine.

Endamê rêveber ê komîteya xizmetguzariyan a Şaredariya Gel a Eyn Îsayê Izedîn Îbrahîm axivî û got ji dema ava vexwarinê li navçeyê qut bûye ve ew 24 saetan bi rêya stêran û bê pere avê li xelkê belav dikin.

Îbrahîm anî ziman ku ruxmî ew 24 saetan avê belav dikin, lê têra pêdiviya welatiyan nake, ji ber ku jêdera avê ji navçeyê dûr e. Av ji qenala avdanê ya li gundê Til Semin ku 22 kîlometre ji navçeyê ve dûr e tê anîn.

Li gel êşên xelkê navçeyê ji topbarana rojane û hedefgirtina cihên xizmetguzarî û stratejîk, lê ew bi israr in li ser xaka xwe bin.

Di bombebarana dewleta Tirk a li dijî navçeyê de gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin; ji wan jî stasyona kehrebê ya sereke ku bi wê re stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derketin. Navên wan: stasyonên Hîşe yên Neqiye û Xamiye, Ebû Sose, Eyn Îsa, Zahire, Muxelet û Bexdik in.

(fr)

ANHA