Balafireke bêmirov li Laziqiyê baregehek hedef girt

Balafireke bêmirov ku tê gumankirin a Koalîsyona Navneteweyî ye, li gundê Diwêr El Ekrad ê gundewarê Laziqiyê baregehek hedef girt. Di encamê de kesek hat kuştin û 4 din birîndar bûn.

Balafireke bêmirov li Laziqiyê baregehek hedef girt
24 îlon, 2024   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêmirov ku tê gumankirin a Koalîsyona Navneteweyî ye, li gundê Diwêr El Ekrad ê gundewarê Laziqiyê êrişî baregehekê kir. Di êrişê de kesek hat kuştin û 4 din birîndar bûn, ji wan serçeteyekî "Cund El Îslam" e.

SOHR'ê da zanîn ku di baregehê de serçeteyên Mexribî, Lîbyayî, Iraqî, Tirkî, Îranî û Şîşanî hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Amerîkayê di 23'yê Tebaxê de di navbera bajarokên Ehsem û Bara yên gundewarê Idlibê de motorsiklêtek hedef girt. Di encamê de serçeteyekî rêxistina "Huras El Dîn" hat kuştin.

(mh)

ANHA