Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên li Qamişlo bi dawî kirin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê rezecivînên xwe yên li 7 taxên bajarê Qamişloyê, ji kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine bi dawî kirin.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên li Qamişlo bi dawî kirin
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên li Qamişlo bi dawî kirin
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên li Qamişlo bi dawî kirin
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên li Qamişlo bi dawî kirin
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên li Qamişlo bi dawî kirin
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêzecivînên li Qamişlo bi dawî kirin
24 îlon, 2024   22:17
QAMIŞLO

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de ji kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine li 7 taxên bajarê Qamişloy, rêzecivîn li dar xistin.

Însiyatîfê herî dawî li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo bi kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine re civiya.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Fuat Çolî di civînê de axivî.

Fuat Çolî di axaftina xwe de behsa birêveçûna pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" kir û der barê xebatên însiyatîfê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê de beşdarvan agahdar kirin.

Fuat Çolî bal kişand ser binpêkirinên hiquqî yên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hemû qanûn û hiqûqên cîhanî bin pê kirine.

Fuat Çolî diyar kir ku heya niha di çarçoveya pêngavê de, ji aliyê raya giştî ve zextek li ser dewleta Tirk hatiye kirin û got: "Em dixwazin li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo, zexteke hîn zêdetir bê kirin da ku encameke hîn xweştir bi dest bixin."

‘MEŞA ME BERDEWAM E’

Fuat Çolî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew weke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê  xebatên  xwe bi rengekî curbecur bimeşînin û destnîşan kir ku wê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşa xwe berdewam bikin.

‘PÊWÎST E EM LI MAL BI MAL PIRTÛKÊN RÊBER APO BIXWÎNIN Û XWE LI SER PERWERDE BIKIN’

Di civînê de kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine nêrînên xwe anîn ser ziman û destnîşan kir ku saziyên mafên mirovî yên Ewropayê û CPT, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tiştekî nakin û diyar kir ku li hember binpêkirinên hiqûqî yên dewleta Tirk li gor berjewendiyên xwe tev digerin.

Her wiha anîn ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan çi ji destê wan bê wê bikin û gotin: “Pêwîst e em li mal bi mal pirtûkên Rêber Apo bixwînin û xwe li ser perwerde bikin, bi asta bilindkirina têkoşîna xwe em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêk bînin.”

Çavrê ye ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di rojên pêş de, di çarçoveya xebatan de hevdîtin û civînên xwe bi gel re li bajarê din ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bike.

(bm)

ANHA