Balafira Îsraîlê qeza kir: 2 leşkerên Lubnanê hatin kuştin

Li başûrê Lubnanê balafirek bêmirov a Îsraîlê ket, di encamê de 2 leşkerên Lubnanê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Balafira Îsraîlê qeza kir: 2 leşkerên Lubnanê hatin kuştin
29 tebax, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand li herêma Ras El Naqûra ya başûrê Lubnanê di encama ketina balafireke bêmirov a Îsraîlê de 2 leşkerên wê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ji ber bûyerê mixabiniya xwe nîşan da. Artêşê daxuyand ku "Dema balafirê li tesîseke leşkerî ya Hizbullahê dida, pirsgirêke derket. Di encamê de teqemeniyekê wê li şûna ku biteqe, li erdê  ket û li leşkerên Lubnanê xist."

Artêşê da zanîn ku dê der barê bûyerê de lêkolînê bide destpêkirin.

(bb)