Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê êrişên Îsraîlê paşguh dike

Rojnameyên erebî bal kişand ser nakokiyên di siyasetên hikumeta Şamê de û diyar kir ku hikumeta Şamê li aliyekî propogandaya vekirina rêya Şam-Siwêdayê li pêşiya alîkariyên mirovî dike û li aliyekî din jî li hemberî êrişên Îsraîlê dengê xwe dernaxe. Rojnameyan der barê têkiliyên Îsraîl û Lubnanî de jî destnîşan kir ku istiqrara herêmê girêdayî gavên pratîkî ne daxuyaniyên fermî.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê êrişên Îsraîlê paşguh dike
29 tebax, 2025   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişên Îsraîlê yên li derdora Şamê û mijara bêçekirina Hizbullah a Lubnanê nirxandin.

’VEKIRINA RÊYA ŞAM-SIWÊDA: ALOZIYÊN BAŞÛR ÇARESER NABIN’

Rojnameya El Exbar ku cih nakokiyên di siyasetên hikumeta Şamê de diyar kir ku hikumeta Şamê li aliyekî propogandaya vekirina rêya alîkariyan ji Siwêdayê re wekî serketineke mirovî dike û li aliyekî din êrişa mezin a Îsraîlê ya li ser Kiswa û Cebel El Mani  bi temamî paşguh dike, di heman demê de Pêşangeha Şamê ya Navneteweyî vedike.

’GAVA PÊŞ A DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE ÇI YE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî li ser dosyaya Hizbullah a Lubnanê  û mijara bêçekirinê nivîsî û ev nirxandin kir " Gava pêş a di navbera Lubnan û Îsraîlê de hîn ne diyar e. Her çendî Netanyahu pesnê biryara hikumeta Lubnanê ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê dabe jî lê got, ya girîng pêkanîn e ne gotin e. Ev yek jî van pirsên bingehîn: Gelo dema artêşa Lubnanê herêma bakurê Lîtanê tenê bêçek bike wê Îsraîlê dest bi vekişînê bike, anî jî ev şert e ku Hizbullah çekên xwe li seranserê Lubnanê radest bike? derdixe holê"

Li gorî rojnameyê, ev nîqaş nîşan dide ku siberoja têkiliya di navbera her du aliyan de bi gavên pratîkî yên li ser erdê ve, ne bi daxuyaniyên siyasî girêdayî ne.

Rojnameya El Ereb jî destnîşan kir ku "radestkirina çekên giran ji aliyê kampên Filistînî yên li Lubnanê ve, ne tenê mijara ewlehiyê, lê di heman demê de ji perspektîfeke siyasî jî zextek zêde li ser Hizbullahê ye. Ev yek jî parêzbendiya dîrokî ya ku van kampan ji Peymana Qahîreyê ya 1969’an vir ve bi dest xistine qels dike, di heman demê de rê li ber nêzîkatiyek dişibihe çekên Hizbullahê vedike."

(bb)