Dageha Îranê 2 sal cezayê girtîgehê li Îlham Munferêdî birî

Dadgeha Îranê, ji ber parvekirinekê li ser maedyaya civakî, cezayê girtîgehê li jinek Hewramanî birî.

Dageha Îranê 2 sal cezayê girtîgehê li Îlham Munferêdî birî
29 tebax, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, Dadgeha Şoreşê ya Merîwanê, 2 sal cezayê girtîgehê li jina bi navê Îlham Nadirî Munferêdî (32) ya nişteciha bajarê Merîwanê, biriye.

Hate gotin ku sedema ceza jî tenê ji ber parvekirinek medya civakî ya li ser şerê di navbera Îsraîl-Îranê de bû.

Hêjayî gotinê ye di dema şerê di navbera Îsraîl-Îranê de, ji ber ku Îlham Nadirî li ser medya civakî parvekirinek kiribû, ketibû ber lêpirsîna îstîxbarata Îranê û piştre bi awayekî demkî hatibû berdan.