Bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberên Efrîn û Şehba bi tenê nehiştin

Li her deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê însiyatîfa ji bo piştgiriya koçberên ji kanton Efrîn û Şehba û Helebê hatin destpêkirin. Ev destpêşxerî yekitiya gelên herêmê û çarenûsa wan a hevpar li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê nîşan dide.

5 kanûn, 2024   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dawî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrîn Şehba û bajarê Helebê bû sedema koçberkirina bi deh hezaran şêniyên wê herêmê ku heta niha zêdetirî 100 hezar kesan berê xwe dane kantonên Reqa, Tebqa Cizîrê û Firat.

Helwesta mirovatiyê li kampa Girê Spî: Tevî zehmetiyan jî koçberan alîkariya birayên xwe kir

Li kampa Girê Spî ya bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê, tevî êş û azarên nişteciyên kampê, welatiyên ji bajarê Girê Spî ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk di sala 2019’an de bi darê zorê koçber bûne, ji bo alîkariya koçberên Efrîn, Şehba û Helebê ketin nava tevgerê.

Li kampa ku nêzî 7 hezar kes tê de dijîn, gelek kampanyayên piştgiriyê hatin birêxistinkirin. Betanî, cil û bergên ji bo zarokan, pêdiviyên malê, û alîkariya darayî hate berhvkirin.

Li Girkê Legyê: Hevgirtin û hevkarî ji bo piştgiriya koçberan

Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, meclisa bajêr konê piştgiriyê veda. Li bajarokê Rimêlan jî ji bo piştgiriyê komîna şehîd Şehrezade weke navenda berhevirina alîkariyan hate diyarkirmin.

Bi dehan welatiyan çûne kon û gelek tiştên mîna livîn, cil û berg, û alîkariya diravî” pêşkêş kirin.

Li Qamîşloê piştgiriya ji bo koçberan

Şêniyên bajarê Qamişloyê yê girêdayî kantona Cizîrê tevlî înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo piştgiriya koçberên bi darê zorê bûn. Li taxên rojhilat û rojavayê bajêr kon hatin vedan, û pêdiviyên mîna cil û berg û xwarinê ji bo koçberên Efrînê û  Şehbayê hatin berhevkirin. Xwediyên xwaringehan jî xwarin pêşkêşî koçbrên bi darê zorê kirin.

Hesekê jî piştgirî kir

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, meclisa bajêr ji bo komkirina alîkariyê û belavkirina wê li ser koçberên kantonên Efrîn û Şehba û bajarê Helebê, sê kon li taxên cuda yên bajêr vedan. Malbatan kelûpelên mina betanî, doşek, xwarin û kincên zarokan pêşkêş kirin.

Akademî û dibistan jî weke stargeh hatine destnîşankirin ji bo bicihkirina koçberên ku têne bajêr. Koçber li çerxerêya Panoramayê ya taxa Xiwêran kom dibin û ji wir têne ji bo stargehan têne belavkirin.

Her wiha şêniyên Hesekê koçber li mal û zeviyên xwe pêşwazî bikin. Tîmên tenduristiyê jî ji bo xizmtên tenduristiyê li navendên stargehê hatine erkdarkirin.

(k)