Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin

Enes Mihemed û Ebdullah Ehmed ên duh di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn li Pakrewangeha Şehîd Xebat hatin oxiririn.

Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin
Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin
Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin
Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin
Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin
Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin
Bi hezaran kesî şehîd Enes û Ebdullah oxir kirin
5 kanûn, 2024   18:03
QAMIŞLO

Welatiyên bi navên Enes Mihemed û Ebdullah Ehmed ên duh (4 kanûn 2024) di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Dêrikê şehîd bibûn, îro li Pakrewangeha Şehîd Xebat hatin oxiririn.

Bi hezaran şêniyên ji Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Wetenî ya li bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve bi rê ketin. Karwanê cenaze dema gihişt pakrewangehê ji aliyê girse ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Yûsif Hacî axivî.

Yûsif Hacî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û got, dewleta Tirk dixwaze fitneyan di navbera pêkhateyan de derbixe, ewlehiya herêmê têk bibe û destkeftiyên şoreşa gelan ji holê rake.

Yûsif Hacî li dijî êriş û planên li dijî herêmê banga yekitî û kombûna li dora hêzên parastinê kir.

Di merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Celal Mihemed jî axivî li dijî êrişan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Endamê Meclisa TEV-DEMˈê ya Dêrikê Şêro Şero axivî û got: "Bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, bi xwîna şehîdên me û têkoşîna hêzên me em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin. Em serî ji planên navneteweyî yên qirêj re natewînin. Berxwedan bingeha şoreşa me ye."

Piştre wesîqeyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan li Pakrewangeha Şehîd Xebat hatin veşartin.

(bb)

ANHA