Evîn Cuma: Çavdêriya navneteweyî şertê bingehîn ê vegera ewle ya koçberan e

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma diyar kir ku ji ber çeteyên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wan vegera koçberan hîna xeternak e û got divê çete ji herêmên dagirkirî bêne derxistin û bi çavdêriya navneteweyî vegera ewle were garantîkirin.

Evîn Cuma: Çavdêriya navneteweyî şertê bingehîn ê vegera ewle ya koçberan e
17 kanûn, 2025   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma têkildarî astengiyên li pêşiya vegera koçberan a li warê xwe, ji ajansa me re axivî.

Evîn Cuma diyar kir ku komên çete yên li herêmên Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî, Minbic, Til Rifet û Şehbayê ku sedema sereke ya koçberiyê ne, astengiyên li pêşiya vegera koçberan a li warê xwe ne.

Evînê bi bîr xist ku komên çete tundiyeke mezin li dijî sivîlan meşand û rasterast ew kirin armanc, di encamê de şênî neçar man ji herêmê derkevin û xwe li cihên ewle bigirin. Evînê da zanîn ku di êrişan de jin hatin hedefkirin.

‘BINPÊKIRIN BERDEWAM IN Û XETERE MEZIN IN’

Evîn Cuma destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên domdar vegera koçberan hîna jî bi xetereyan tijî ye û da zanîn ku gelek malbat dema hewl da vegerin warê xwe hatin girtin û zor li wan hat kirin.

Evînê îşaret bi vê yekê kir ku rojane bi dehan binpêkirin tên belgekirin bêyî ku bersiv were dayîn û ev li gotinên xwe zêde kir: "Herî zêde jin û zarok bi xetereyan re rû bi rû ne. Vê yekê piştî ketina rejîma Baasê jî dewam kir."

Evîn Cuma diyar kir ku ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha girtina derdora 360 kesan li Efrînê hat belgekirin û got hin ji wan hatine berdan, lê hin jî heya niha ragirtî ne.

Evînê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku derxistina çeteyan ji herêmên dagirkirî şertê sereke yê vegera ewle ya koçberan e û bang kir ku divê piştî vegera şêniyan li herêmên xwe, hêzên ewlehiya hundirên ên ji şêniyên herêmê mîsyona parastina herêmê bigirin.

ROLA HIKUMETA VEGUHÊZ Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Evîn Cuma anî ziman ku berpirsyariya garantiya vegera ewle ya koçberan ji hikumeta veguhêz tê xwestin û got divê bendên qanûnî yên zelal hebin ku mafên kesên vegerin biparêzin, divê çete ji herêmên dagirkirî werin derxistin, hêzên ewlehiya hundirîn ên ji xelkê herêmê werin avakirin, Neteweyên Yekbûyî çavdêriya vegerê bike, eger binpêkirin werin kirin divê hesab bê pirsîn û mafên qurbaniyan bêne parastin.

Her wiha Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bêyî van garantiyan dê xetere dewam bike û ewlehiya koçberan mîsoger nebe.

(b)

ANHA