Mihemed Mihemed dest bi erka xwe kir

Rêveberê bajarê Kobanê Mihemed Mistefa Mihemed dest bi erka xwe kir, daxuyaniyek da û got, "Em soz didin ku em di rêvebiriya nû ya bajêr de xizmetê ji hemûyan re pêşkêş bikin, bi awayekî rast û durist kar bikin."

Mihemed Mihemed dest bi erka xwe kir
27 nîsan, 2026   19:48
KOBANÊ

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê, beriya çend rojan, ji bo bajarê Kobanê Mihemed Mistefa Mihemed wekî rêveberê bajêr diyar kiribû. Îro Mihemed Mistefa Mihemed li pêşiya avahiya Rêveberiya Herêmî ya bajêr daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Kobanê û gundewarên wê di salên dirêj de gelek dijwarî û zehmetî ji dest rêjîma Beesê dîtin; carekê ji ber zulma giştî li ser gelê Sûriyeyê û carekê jî bi taybet li ser gelê Kurd. Lê gelê Kobanê tu carî serê xwe ji zulmê re danexist. Di 14`ê Adara 2004`an li hemberî rêjîmê serî hilda. Di Adarê 2011`an de bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê gelê Kobanê bi hêz tev lê şoreşê bû.

Di 15`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞˊê bi hovîtiyek mezin êriş bir ser Kobanê û gelê wê yê Kurd, tevahî gelê koçber bûn û nîvê herêma Kobanê hilweşiya. Piştî Kobanê ji destê çeteyên DAIŞˊê hat rizgarkirin, careke din êrişeke hovane pêk hat, komkujiyek hat kirin. Di wê komkujiyê de nêzî 600 kes şehîd û birîndar bûn û hîna zêdetirî 500 kes jî winda ne û aqûbeta wan ne diyar e. Di 8`ê Çileya 2024`an de bi hilweşandina rejîma Baasˊê re li herêmê bi taybet li Kobanê qonaxeke nû dest pê kir.

Em hêvî dikin ku Sûriyeya nû ji bo hemû gelên wê be. Em wek rêveberî û gel bi hev re dest bi avakirin û lêkirinê bikin. Em soz didin ku em di rêvebiriya nû ya bajêr de xizmetê ji hemûyan re pêşkêş bikin, bi awayekî rast û durist kar bikin."

(sş/fr)

ANHA