Ayetullah Elî Xamineyî: Trump xeyalan dibine

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî, îdîayên serokê DYAˊyê Donald Trump ku bernameya nukleerî ya Îranê “bi tevahî hatiye îmhakirin” bi bîr xistin û got: “Baş e, dîtina xeyalan bidomîne!”

Ayetullah Elî Xamineyî: Trump xeyalan dibine
20 cotmeh, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî got ku heke serokê DYAˊyê Donald Trump ê ku di meha Hezîranê de li gel Îsraîlê, Îran bombebaran kiribû, difikire ku tesîsên nukleerî yên Îranê îmha kirine, ew “xeyalan dibîne”.

Rêberê Îranê yê olî got: “Baş e, dîtina xeyalan bidomîne!” û bal kişand bi ser gelek îdîayên Trump ku bernameya nukleerî ya Îranê “bi tevahî hatiye îmhakirin”.

DYA’yê di 22’yê Hezîranê de tesîsa bin-erd a dewlemendkirina uranyumê ya li Fordo ya başûrê Tehranê û tesîsên nukleerî yên li Îsfehan û Natanzê bombebaran kiribû.

Rêjeya rast a zirarê nayê zanîn. Lê belê, serokê DYA’yê ev çend meh e îdîa dike ku tesîs “hatine îmhakirin”.

Trump ê ku hefteya borî roja (duşemê) li Parlamentoya Îsraîlê axivîbû, û israr kiribû: “Me 14 bombe avêtin tesîsên nukleerî yên sereke. Wekî ku min di destpêkê de got, ev hatin îmhakirin û ev yek hate piştrastkirin.”

Trump yê di hevpeyvîna xwe de ku roja yekşemê li Fox News hate weşandin, ev gotin bi kar anî: “Dema me kapasîteyên wan ên nukleerî tune kirin, ew êdî nebûn zordestên Rojhilata Navîn.”

Elî Xamaneyî jî di civîna xwe ya bi werzişvanan re li Tehranê pirsî: “Çima Amerîka ewqas girîngiyê dide xwedîbûna Îranê ya li ser pîşesaziya nukleerî?”

Xamaneyî, xîtabî Trump kir û got: “Tu kî yî ku dibêjî welatek dikare bibe xwedî çeka nukleerî yan na?”

Îran û DYAˊyê  ku di serdema monarşiya Pehlewî de hevalbendên nêzîk bûn, piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an û krîza dîlan a li balyozxaneya DYA’yê, têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut kiribûn.