ˋRizgarkirina Reqayê şoreşeke mirovî ye, zarokên vê xakê bi rê ve birˊ

Di peyamên ku li şahiya pîrozkirina rizgarkirina Reqayê hatine dayîn de, hat diyarkirin ku pêngava rizgarkirina Reqayê ne tenê operasyoneke leşkerî bû, ew şoreşeke mirovî bû ku zarokên vê xakê ew şoreş bi rê ve bir.

20 cotmeh, 2025   18:36
REQA

Şêniyên kantona Reqayê, bi şahiyekê, salvegera 8'emîn a rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê bi diruşma "Sozeke nû ya ewlehî û rûmetê" pîroz kir. Di şahiyê de bi hezaran şênî û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa û Tebqayê amade bûn.

Şahîd bi tûraneke leşkerî ji hêla şervanên xort û keç ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, hat destpêkirin.

Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Cemîl Mazlûm girîngî da yekitiya xaka Sûriyeyê û got serketina li Reqayê serketina tevahî Sûriyeyiyan e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Meşleb El Turkan bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bixêrhatina gel kir û got: "Di vê rojê de di dîrokê de rûpeleke nû hat nivîsandin. Di vê rojê de îradeyê teror têk bir, heqiyê neheqî têk bir û rûmetê zordarî têk bir."

El Turkan diyar kir ku pêngava rizgarkirina Reqayê ne tenê operasyoneke leşkerî bû, ew şoreşeke mirovî bû ku zarokên ve xakê ên QSDˊê û YPJˊê ew da meşandin.

El Turkan destnîşan kir ku îro Sûriyeyê di werçerxeke dîrokî re derbas dibe û hîna çareserî jî dûr e, lê yekitiya Sûriyeyê bi naskirina tevahî pêkhateyan, rêzgirtina taybetmendiyên wan û beşdariya wan di biryaran de pêkan e. El Turkan got: "Ezmûna Rêveberiya Xweser îsbata zindî ya vê yekê ku demokrasî dikare pêk bê û rêveberiya nenavendî çareserî ye."

Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a kantonê Zehra Yûsif jî axivî û salvegera rizgarkirina Reqayê pîroz kir û got: "Ev ne tenê serkeftina leşkerî bû, lê serkeftina jiyanê û vejîna nû ya giyanê mirovê Sûriyeyî yê ku îhanet û koletî redkirî ye."

Zehra Yûsir anî ziman ku fedakariyên şehîdan ne tenê salvegera derbaskirinê ye, lê sozeke di dilê tevan de ye ku rêya têkoşînê heta pêkanîna aştî û azadiyê bidomînin.

Koordînatora Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Mihemed jî peyamek da û got: "Di pêngava rizgarkirina Reqayê de jin hevkareke sereke bûn. Rizgarkirina xakê destpêka têkoşîneke demdirêj e, ji ber ku zehmetiya heyî avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk û nenavendî ye. Pêwîst e di vê pêvajoyê de, di jin di destûr û biryardayînê de cihê bingehîn bigirin."

(mh/fr)

ANHA