Têkildarî teqîna li Şedadê daxuyanî

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Şedadê motorsiklêteke bombebarkirî teqiya, di encamê de ji 2 kesên li motorsiklêtê siwar bûbûn, yekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Têkildarî teqîna li Şedadê daxuyanî
20 cotmeh, 2025   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqîna motorsiklêtekê li herêma Erîşa ya bajarê Şedadê, ku di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû, daxuyandiyek da.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê "Vê sibehê, (20 Cotmeh 2025), motorsîkletêk ku ji bo teqînê hatibû amadekirin li ser pira Hedadiyê ya li herêma Erîşa ya bajarê Şedadê teqiya, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Paşê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya navendê de hat diyarkirin ku lêkolînên destpêkê aşkera bû ku motorsiklêt bi TNTˊê hatibû dagirtin ku di bin aliyê rastê yê qapaxa motorê de hatibû veşartin, û perçeyên hesin ên ku bi fosforeke şewatbar dagirtî bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzan yekser dest bi dorpêçkirina cihê teqînê kiri û dest bi komkirina delîl û îsbatan kir. Lêpirsînên der barê bûyerên de didomin, da ku aliyê li pişt van hewldanên teqandinê û armanca wan bê zanîn.

(fr)