Avdana sebzeyan bi ava Ceqceqê ziyanê li mirovan û jîngehê dike

Hin cotkarên ku erdên wan ên çandiniyê li kêleka Çemê Ceqceqê li bajarê Qamişlo ye, zeviyên xwe bi ava kanalîzasyonê ya qirêj av didin, ev yek ziyanê li tenduristiya mirovan çêdike û bandorek neyînî li ser jîngehê dike. Çalakvaneke jîngehê çareseriyên domdar pêşniyar kir.

27 tebax, 2025   06:30
QAMIŞLO
EHMED SAMÎR

Çemê Ceqceq ji Bakurê Kurdistanê derbarsî Rojava dibe, li Qamişlo derbas dibe û dighêje Çemê Xabûrê li Hesekê 

Çem, ji çavkaniya xwe heta Çemê Xabûrê, bi qasî 126 km dirêj e. Sî sal berê, ava çamê ji bo vexwarinê, avdana erdên çandiniyê, masîgiriyê, çalakiyên rojane dihat bikar anîn. Bajar bi xwe jî navê xwe, "Qamişlo," ji "qamîş" a ku carê li qeraxên çem şîn dibû, girtiye.

Ji ber dewleta Tirk a dagirker ava çeman digire û bendavan ava dike, herikîna Cemê Ceqceqê kêm bûye. Li aliyekî din, kenalîzasyona hin bajarên bakurê kurdistnê jî berdane ser robara çem, lewma ava çemê êdî bi kêrî vexwarin û avdaniyê nayê.

Lê tevî wilo jî li seranserî peravên çem zeviyên berferh ên çandiniyê hene, cotkarên xwediyê van zeviyan, bi ava çem, ango bi ava kenalîsayonê zeviyên xwe yên sebze û pembû av didin, bi taybet li gundewarê başûrê bajarê Qamişloyê.

Çalakvana jîngehê û kordînatora Koma Parastina Jîngehê, Îman Îbrahîm, der barê zirara avdana bi ava kenalîzasonê axivî, Îman got "Di nav avê de cureyek bakterî heye ku dihêle ava çem bikêrî avdana çandinyê nayê. Av ne pak e, axê qirêj dike û şînbûnê dikuje. Sebzeyên pel ên herî zêde bandor dibin, dema ku bi ava kanalîzasyonê têne avdan, gelek bakterî dikevinê. "

Îman hişyarî da li ser xetereyên xwarina sebzeyên ku bi ava kanalîzasyonê têne avdan, ji ber ku ew dibe sedema nexweşiyên rûviyan û zikçûna giran.

Îman rewşa Çemê Ceqceq weke ku "nexweş" e bi nav kir û ji bo duristkirina nexweşiyê hin pêşniyar dan.

Li gorî Îman  divê ev rewş bi rêbazên domdar were çareser kirin. divê çem were paqijkirin, germara wê were avêtin. Her wiha bakteriyên qirêj dikarin bi radyasyonê werin kuştin.

Îman her wiha pêniyar kir ku eger bi sedhezaran dar li peravên çem werin çandin dê çem paqij bibe û bayê bajêr jî paqij bibe. Îman diyar kir ku spîndar û qamîş cureyên herî guncaw in ku li dora çem werin çandin.

KÎ BERPIRSIYAR E

Li gorî Îman cotkar ne berpirsiyarê qirêjiya Çemê Ceqceq in û divê êriş li wan neyê kirin, cezakirin an jî ji çandiniya wan neyê astengkirin. Lê belê divê çareseriyek were dîtin da ku av were paqijkirin û cotkar bikaribin berhemên xwe av bidin.

Çemê Ceceq ne tenê robareke avê ye; ew sembola nasname û bîdankê ye, û çavkaiyeke girîng a jiyana mirovan û xwezaya li herêmê ye. Paqijkirina çem ne vebijarkek e, lê pêdiviyek jîngehî, tenduristî û çandî ye.

Di dema amadekirina vê raporê de me xwest vê mijarê bi Şaredariya Qamişloyê re gotûbêj bikin, lê heta niha bersiva me nedane.

(k)

ANHA