Endamê Navenda Erebî: QSD modela artêşa siberojê ye

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk diyar kir ku feshikirina QSD`ê ne pêkan e û got: "Modela ku QSDˊê ji zêdetirî 10 salan ava kiriye dihêle bibe yek ji stûna bingehîn a her artêşeke neteweyî ya siberojê."

Endamê Navenda Erebî: QSD modela artêşa siberojê ye
27 tebax, 2025   03:50
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî der barê nîqaşên tevlêbûna QSDˊê ya nava artêşa Sûriyeyê û entegrasyona demokratîk de ji ANHAˊyê ra axivî.

Muxtar Xebaşî nirxandinên li ser fesihkirina QSDˊê ku dewleta Tirk û hinek derdorên din dikin neyînî nirxandin û got: "Mijara feshikirina QSD`ê ne pêkan e. Bijarteya herî guncaw entegrabûna demokratîk a van hêzan li nava artêşa Sûriyeyê ye. Modela ku QSDˊê ji zêdetirî 10 salan bi cih aniye dihêle bibe yek ji stûna bingehîn a her artêşeke neteweyî ya siberojê."

ˋENTEGRABÛN NE HILWEŞANDINˊ

Xebaşî diyar kir ku dan û standina bi QSDˊê re divê ji nêrîna entegrabûna wê di rêxistinbûyîna leşkerî ya Sûriyeyê de be, ne hilweşand an jî fesihkirina wê be û got: "Ev entegrasyon dikare du şêweyan bigire; yan QSDˊê weke blokekê ku hêza birêxistinkirî di nava artêşê de be yan jî li nava lîwa û teşkîlatên leşkerî yên li welat belav bûne, belav bibe. Di her du rewşan de divê erka wê ne tenê parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be, lê divê QSDˊê parastina tevahî xaka welat bike."

ˋDESTKEFTIYÊN MEZIN JI BO SÛRIYEYÊˊ

Xebaşî anî ziman ku Sûriyeyê dê ji entegrasyona QSD`ê gelek sûd wergire, ji ber ku ew hêzek perwerdekirî ye ku ji sala 2011`an vir ve li dijî DAIŞ`ê û çekdarên din têkoşîn û şerên mezin daye meşandin. Xebaşî diyar kir ku  "QSD`ê dê ji bo artêşa Sûriyeyê bibe hêzeke bi kalîte, ji ber ku wan ispat kir ku dikarin deverên mezin bi derfetên sînordar biparêzin û li herêmeke bialoz aramiyê pêk bînin."

ˋNIMÛNEYA RÊXISTIN Û DISÎPLÎNÊˊ

Xebaşî got ku QSD`ê nimûneyeke bêhempa ya dîsîplîn û rêxistinê ye. Tişta herî balkêş ku wê karîbû baweriyê li ba şervanên xwe çêbike ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Her wiha kariye li hember gelek komên çekdar bisekine û çend caran jî li hember artêşa Tirkiyê. Li gorî Xebaşî ev ezmûna cihêreng dihêle ew bibe hêzek mezin di nav artêşa Sûriyeyê de, ger ew bi awayekî dadperwer were entegrakirin.

ˋBER BI ARTÊŞEKE NETEWEYÎ YA GIŞTÎ VEˊ

Xebaşî anî ziman ku pirsgirêka sereke ya dewleta Sûriyeyê îro ne tenê li Bakur û Rojhilatê welêt e, lê belê di heman demê de li herêmên din hin hêzên çekdar ên mezhebî hatine avakirin. Xebaşî got eger dewleta Sûriyê bikaribe ji bo pêkhateyên cûda yên gelê Sûriyê ewlehiyê, dadmendî û aramiyê peyda bike, dê nifşekî welatparêz ê Sûriyeyê were avakirin. Ew nifş wê bikaribe li hember hemû pirsgirêkên mezin raweste.

(k)

ANHA