Daxwaza wan a yekane vegera li Efrînê ye

Şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera li Efrînê ya bêdagirkirî ye û jiyana di bin siya darên zeytûnan de ye.

Daxwaza wan a yekane vegera li Efrînê ye
21 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Li dibistana El Merîî ya li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê 24 malbat dimînin ku ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne. Malbatên koçber ji ber kêmbûna avê, qutbûna dûbare ya ceyranê, kêmbûna hêmanên sereke yên jiyanê, belavbûna nexweşiyan a ji ber bilindbûna germahiyê zehmetiyan dikişînin. Koçberan diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera li Efrîneke bêdagirkerî ye.

Şêniyê bi navê Mistefa Henan anî ziman ku êşa wan koçberiyê ji Helebê dest pê kir, piştre Efrîn, Şehbayê û heya Amûdê dewam kir û wiha domand "Vegera li Efrînê ji ber hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayê wê ne ewle ne. Gelek kesên ku hewl dan vegerin, hatin revandin an qetilkirin."

Henan diyar kir ku tu kes eleqeyê nade rewşa wan û wiha pê de çû "Hin rêxistin tên lê tenê navan qeyd dikin piştre em wan nabînin. Ev paşguhkirin bandoreke dirûnî ya mezin li me dike, nemaze derfetên kar nin in, debar tune ye, ceyran, av û xwarin jî kêm in."

Mistefa Henan da zanîn ku li Efrînê mal û milkên wan hatin talankirin û xirabkirin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Me her tişt li dû xwe hişt, vê jî êşa me ya dirûnî û debarê zêdetir kir. Her kes tê û ji me dipirse çi ji we re lazim e? Tiştek ji me re ne lazim e, tenê em dixwazin vegerin Efrîn û mîna berê û li malên xwe rûnin."

Henan ji rêxistinên mirovî xwest ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, bi cidî rewşa koçberan bişopînin û li ser biskinin û got: "Pêdiviyên me yên bingehîn av û ceyran e."

Mistefa Henan di dawiya axaftina xwe de got "Hêviya me ya vegerê heye, em di wê baweriyê de ne ku piştî qewtiandina dagirkerên Tirk û çeteyên wê em dê vegerin."

Reşîd Elo jî 4 ji Heleb, Efrîn û Şehbayê 4 caran koçber bûye û herî dawî li Efrînê bi cih bûye got: "Kargeheke min necariyê (dartişê) hebû ku jêdera sereke ya debarê bû. Lê min her tişt ji dest da. Li Şehbayê zeviyekî min ê çandiniyê hebû, lê di dema çinînê de çeteyan zevî şewitandin û me ji jêdera me bêpar hişt."

Reşîd Elo destnîşan kir ku ya wan ku êşa wan hinekî sivik kiriye helwesta şêniyên herêmê ye û wiha domand "Lê tişta ji me kêm e malên me ye. Eşqa Efrînê ji bîra me dernayê. Her şaxek darên zeytûnan Efrîn tîna bîra me. Efrîn qubleya me ye. Her çi qas em hewl bidin ku xwe biguncînin jî, em ê ji axa xwe koçber bimînin."

Reşîd Elo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di serî de NY’yê, civaka navneteweyî berpirsê binkeftina vegera koçberan bo warê xwe û derxistina dagirkeran e.

Zaroka bi navê Kamîliya Îsamîl a 10 salî jî diyar kir ku wê û malbata xwe di zivistana sar de rêwîtiyek dijwar bdi erebeyê de derbas kirine, lê îro di germahiya dijwar a havînê de xwe bêparastin û bê perwerde jî dîtine.

Kamîliya got "Em dixwazin vegerin Efrînê û di sêya darên zeytûnan de bijîn."

(bb)

ANHA