Astengiya li pêşiya malbata Cîhan û Nazim  Enqere ye

Şandeya ku dixwaze derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û cenazeyê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin, 2 roj in li deriyê Sînor ê Xêbûrê tên sekinandin.

Astengiya li pêşiya malbata Cîhan û Nazim  Enqere ye
8 ÇILE, 2025   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ku ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê nûçegihana me Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DERê û Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin saet di 16.00ê 6ê Çile de hatin Deriyê Sînor ê Xêbûrê. 

Lê şandê 2 roj bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê tên sekinandin.

Beyî ku sedemek bê nîşandayin şandê 2 roj in li deriyê sînor ê Xabûrê tên rawestandin û destûrê nadin ku heyet derbasî başûr bibin. Duh evarê parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Newroz Uysal Aslan xwest ji şandê re bataniyê û pêdiviyan bibe lê hat asteng kirin. Polîsan destûr neda ku Newroz Uysal bataniyeyan bidin malbatan û heyetê. Şande li deriyê sînorê Xabûrê 2 roj in dipên ku derbasî başurê Kurdistanê bibin.