Artêşa Ukraynayê bi dronan tesîseke petrolê ya Rûsyayê bombebaran kir

Artêşa Ukraynayê bi dronan tesîseke petrolê li Krasnodarˊê yê başûrê Rûsyayê bombebaran kir, şewatek çêbû.

Artêşa Ukraynayê bi dronan tesîseke petrolê ya Rûsyayê bombebaran kir
15 sibat, 2026   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Ukraynayê ragihand ku bi dronan êrişî tesîseke petrolê ya li herêma Krasnodarˊê ya başûrê Rûsyayê kiriye, bi wê re şewatek li cihê hedefgirtî çêbû.

Hêzên Ukraynayê di daxuyaniyekê de got: "Êrîşa li ser bendera Tamanê (ji bo hinardekirina petrol û gazê) li nêzîkî gundê Volna (li herêma Krasnodar) çêbû. Li cihê bûyerê çêbûna şewatekê hate ragihandin."

Ukrayna bi awayekî sîstematîk tesîsên petrolê yên Rûsyayê hedef digire. Ev yek di çarçoveya bersivdana Rûsyayê ji enerjiya wê re tê.

Parêzgarê Krasnodar Veniamin Kondratyev berê ragihandibû ku tesîseke depoya petrolê li Volna, li perava Deryaya Reş nêzîkî Nîvgirava Kirimê ya ku ji aliyê Moskovê ve hatiye îlhaqkirin, ji ber êrişên dronên Ukraynayê zirar dîtiye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî vê sibehê dabû zanîn ku li asîmanên deverên başûr û sînor 88 dronên Ukraynayê xistine.

(fr)