Jinên ciwan: Êrişên li ser Rojava berdewama Komploya 15`ê Sibatê ne

Jinên ciwan ên ji Tirbespiyê diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewama Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in.

Jinên ciwan: Êrişên li ser Rojava berdewama Komploya 15`ê Sibatê ne
16 sibat, 2026   05:50
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Rêber Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999`an di encama komployeke navneteweyî de hate girtin. Jinên ciwan ên ji bajarê Tirbespiyê got komplogeran dixwest doza Kurd tune bikin, lê doza Kurd îro li dinyayê belav bûye.

Sefa Hesen Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got her çendî komplogeran xwest civakê ji Rêber Abdullah Ocalan û fikirên wî dûr bixin, lê ev yek pêk nehat.

Sefayê di dewama gotinên xwe de da zanîn ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewama Komploya 15`ê Sibatê ye û anî ziman ku dê ji bo bidestxistina azadiya fîzîk ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Emîna Hesen destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hetanî îro dewam dike û destnîşan kir ku êrişên ku li Rojava ne ji rêzê ne, lê beşeke Komploya 15`ê Sibatê ye.

Emînayê bal kişand ser hevgirtina Kurdan di bersivdayîna êrişên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de û wiha got: “Gelê Kurd ji her çar aliyên Kurdistanê piştgirya xwe ji bo gelê xwe yê Rojava nîşan da û heta vê kêliyê li qadan e. Vê hevgirtinê ji her kesî re da xuyakirin ku Kurd tu carî tune nabin.”

Ibtîhal Mehmûd got ew wek jinên ciwan vê komployê şermezar dikin û wiha dom kir: "Dixwestin bi girtina Rêber Abdullah Ocalan îradeye gel û bi taybetî ya jinan têk bibin. Lê bi fikra Rêber Apo jinan cihê xwe di hemû qadan de girtine."

Ibtîhalê di dawiyê de got dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin.

(bb)

ANHA