Artêşa Tirk sînorê Amêdiyê topbaran kir

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî, diyarkir ku tevî pêngavî dîrokî ya gerîlayan, danê siharê artêşa Tirk 5 caran Geliyê Mêwîn û Qeço yên Amêdiyê topbaran kiriye.

Artêşa Tirk sînorê Amêdiyê topbaran kir
12 tîrmeh, 2025   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker, tevî agirbest û pêngavên dîrokî yên Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê jî dewam dikin.

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker yên ser Herêma Kurdistanê de, li ser malpera xwe ya tora civakî, agahî parvekirin.

Kameran Osman da zanîn ku tevî merasîma gerîla ya îmhakirina çekan jî, danê siharê artêşaTirk 5 caran Geliyê Mêwîn û Geliyê Qeço yên ser bi sînorê Amêdiyê ya ser bi Dihokê, topbaran kiriye.

Hêjayî gotinê ye duh Gerîlayên Azadiyê di çarçoveya banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo de, bi merasîmekê çekên xwe îmhakiribû.

Êrişên divê demê de li dijî Gerîlayên Azadiyê, bi xwere gumanan ava dike û hêviya gel ya bi niyeta dewleta Tirk kêm dike.