Artêşa Lubnanê 56 Sûriyeyî destgîr kirin

Artêşa Lubnanê 56 Sûriyeyî destgîr kirin û diyar kir ku ji ber gera wan li hundirê xaka Lubnanê bêyî belgeyên îsbatkirinê yên qanûnî hatine destgîrkirin.

Artêşa Lubnanê 56 Sûriyeyî destgîr kirin
12 tîrmeh, 2025   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê îro ragihand ku yekîneyên wê li gelek herêmên Lubnanê 56 Sûriyeyî destgîr kirine. Artêşa destnîşan kir ku bi wan Sûriyeyiyan re belgeyên îsbatkirinê yên qanûnî nîn bûn.

Li gorî daxuyaniya artêşê, yekîneyên girêdayî wê bi piştgiriya dewriyeyên gerînendetiya îstîxbaratê bi ser kampên penaberên Sûriyeyê li Unfe, Beşmezîn û Amyon ên bajarê Kura de girtin û 31 kes destgîr kirin.

Girêdayî wê yekê, yekîneyek artêşê 18 Sûriyeyî li ser rêbenda El Medfon ê bajarê Betronê destgîr kirin. Artêşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewriyek ji gerînendetiya îstîxbaratê 7 Sûriyeyiyên din li herêma Dora yê bajarê El Metin destgîr kirine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew Sûriyeyî ji ber ku bêyî belgeyên îsbatkirinê yên qanûnî li hundirê Lubnanê dergeriyan hate destgîrkirin.

Artêşê destnîşan kir ku di bin çavdêriya dozgeriya taybet de lêpirsîn hatine destpêkirin.

(fr)