Salih Muslim: PYD partiyeke domgatîk nîn e, dînamîk e

Salih Muslim diyar kir ku PYD partiyeke dogmatîk nîn e, lê partiyeke dînamîk e ku li gorî pêwîstî û geşedanên rû didin tev digere. Muslim anî ziman ku PYD’ê amade ye pêşengiya avakirina yekitiya neteweyî ya kurdî  bike.

Salih Muslim: PYD partiyeke domgatîk nîn e, dînamîk e
20 îlon 2024   05:40
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR- SILAVA EBDUREHMAN

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi boneya salvegera 21’an a damezirandina PYD’ê ji ajansa me re axivî. Salih Muslim mercên ku partî tê de ava bûne, astengiyên li pêşiya partiyê derketine, rola PYD’ê di Serhildana Qamişloyê ya 2004’an û diyaloga navxweyî ya Kurdan de, her wiha amadekariyên lidarxistin kongreya 10’an a partiyê nirxandin.

Salih Muslim têkildarî mercên ku PYD tê de ava bûye got: "Partiya me di merc û pêvajoyeke objektîf de ava bûye. Pêwîstiya wê pêvajoyê bi partiyekê hebû ku pêşengiya gelê Rojava û herêmê bike."

Muslim bi bîr xist ku bingeha têkoşînê di salên 90’î de hebû lê pêwîstiya wê bi bihêzkirin û birêxistinkirineke zêdetir hebû û wiha domand: "Gelên xwediyên dozekê yên banga mafên xwe dikin hewcedarî rêxistina siyasî ne. Li ser vî esasî beriya avakirina partiyê jî hewldanên me hebûn ku tevgerek were avakirin da ku nûnertiya Rojava bike. Me gelek gav avêtin lê bi ser neketin. Li ser vê yekê me bi rewşenbîr û kesayetên civakî re biryar da. Me di Îlona 2003’yan de kongreyek li dar xist. Di wê kongreyê de PYD hat avakirin.”

Muslim anî ziman ku armanc ji avakirina PYD’ê avakirina rêxistinekê bû ku pêşengiya têkoşînê bike û nûnertiya mafên gelê Rojava bike û got: "Têkoşîna me ya 21 salan li ser bingeha perwerdekirin û birêxistinkirina gel berdewam dike."

‘ME XETA XWE PARAST’

"Serhildana Qamişloyê ji bo me û ji bo gelê me ezmûnek bû." Bi van gotinan Salih Muslim bal kişand ser rola PYD’ê di Serhildana Qamişloyê ya 2004’an de û wiha domand: “Dema serhildanê temenê partiya me çend meh bû. Tevî vê yekê jî me gelê xwe bi rêxistin kir. Me gelek zehmetî kişandin. Rejîmê û dijminê gelê Kurd êrişên dijwar bi ser me de anîn. Hin partiyên siyasî yên kurdî yên ditirsiyan, em kiribûn hedefa xwe."

Salih Muslim bi bîr xist ku PYD’ê di çarçoveya serhildanê de gelek şehîdan dan û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di serhildanê de me gelek şehîd dan. Hevalên me xistin girtîgehan. Bi hezaran jî gelê me di girtîgehan de îşkence li wan hat kirin, lê em di vî ezmûnê de bi ser ketin. Belê me êş dît û em westiyan, lê em bi dawî nebûn, em bi ser ketin. Ji wê demê ve hem êrişên rejîmê û hem ên derve li ser me nesekinîne. Dîsa jî me xeta ku me hilbijartiye parast."

Muslim îşaret pê kir ku wan bi moraleke xurt gel bi rêxistin kir û gelek destkeftî bi dest xistin û got: "Ji derveyî xebatên ku partiya me kirine, em keda gelê Rojava ji bîr nakin. Em spasiya wî dikin."

Muslim bal kişand ser hewldanên PYD’yê yên avakirina yekitiya tevgerên siyasî yên kurdî û got: "Ji xebatên me yên bingehîn ew e ku hêzên kurdî yên li ser asta Rojava û Kurdistanê bigihînin hev da ku em li ser formeke hevbeş li hev bikin. Di Serhildana Qamişloyê de me ev yek piştrast kiribû. Ruxmî hewldanên hin aliyan ên astengkirina tevgerên me, lê em di vê mijarê de li pêş bûn. Em bi partiyên siyasî yên kurdî re civiyan. Me xwest dengê xwe û gotina xwe li hemberî rejîmê bikin yek."

Salih Muslim di dewama axaftina xwe de got wan diyalog bi tu aliyan re qut nekiriye û wiha axivî: “Em her tim hewl didin bi partiyên siyasî yên kurdî re rûnên. Piştî tevliheviya li Sûriyeyê ya di sala 2011’an de dest pê kir, me roleke pêşeng û navendî di dan û standinên li Dihok û Hewlêrê û yên dîtir de lîst. Ji ber ku em timî dixwazin tevgerên siyasî bigihînin hev, em timî beşeke diyalogan bûn.”

Muslim destnîşan kir ku di dema heyî de hin rêxistin û partiyên siyasî “yên ne xwedî îradeya azad, yên tirsonek ên ku rihê şoreşgerî li gel wan nîn e”, hene. Her wiha îşaret pê kir ku mijara yekitiya neteweyî negihaştiye asta tê xwestin û got: "Çi li ser asta Kurdan be yan Rojavayê Kurdistanê be, eger hewldanên avakirina mala kurdî hebin, em timî hewl didin ku em li pêş bin.”

Muslim anî ziman ku yên behsa doza Kurd a Rojavayê Kurdistanê dikin, nikarin navê PYD’ê derbas nekin, ji ber ku di rêxistinkirina gel de pêşeng e û wiha domand: "Baweriya gelê me bi me heye. Me gel perwerde kir, me asoyên wî vekirin, me zîhniyeta wî guhert. Ev hemû ji bo me destkeftî ne. Em di van mijaran de dewlemend in. Gelê me bi me re ye û ji me re palpiştî ye. Em li ser asta Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng in. Me sîstema xwe ava kir. Me ev partî ne ji bo xwe, lê ji bo gelemperiya gelê xwe ava kir. Me pêşengiya avakirina Rêveberiya Xweser kir, me roleke mezin di avakirina saziyên rêveberiyê de lîst. Ev sazî ne milkê me ye, lê milkê gelê me ye.”

Muslim got: "Hinek dixwazin bidin xuyakirin ku Rêveberiya Xweser milkê PYD’ê ye, rast e me pêşengiya avakirina vê rêveberiyê kiribû, lê niha MSD, partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser hene û sazî û desteyên xwe ava kirine. Rêveberiya Xweser bi navê me sînordar nîn e. Rola me di Rêveberiya Xweser de heye, ev jî ji bo me şerefek e.”

Hevserokê PYD’ê têkildarî kongreya 10’an a partiyê ku dê sibe were lidarxistin jî ev agahî dan: "Du salan carekê kongre tê lidarxistin. Di kongreyê de biryarên me di kongreyên berê de dabûn tên nirxandin. Kêmasî, şaşî û rêbazên çareserkirina wan tên nîqaşkirin. Em rexne dikin û xwe rexne dikin.”

Muslim diyar kir ku dibe di kongreyê de hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê were kêmkirin û hevserok werin guhertin, bernameya siyasî û rêzikname di ber çavan re bên derbaskirin û got: "Em partiyeke domgmatîk nîn in, lê belê em partiyeke dînamîk in ku li gorî pêwîstiyan tev digere û li gorî siyasetên nû û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xwe nû dike. Dîsa mijara ku kî heval e û kî dijmin e li ber çavan tê girtin. Li ser vê yekê biryarên ku dê di kongreyê de werin dayîn dê wezîfeya partiyê tenê nebe, dê li ser asta Rojavayê Kurdistanê wezîfeyek be."

Muslim got: "Em hêvî dikin ku em li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng bin. Nûnerên partiya me li Tebqa, Dêrazor û Minbicê hene, em texmîn dikin ku di vê kongreyê de hejmara nûnerên me li tevahî herêman zêde bibe. Hêviya me ew e ku kongre bi biryarên ku xizmeta gelê me bikin, encamgir be."

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku pêvajoya heyî birêxistinkirina gel li gorî rêbaza şerê gel ê şoreşgerî pêwîst dike.

(bb)

ANHA