Artêşa Tirk a dagirker 526 caran êrişî qadên gerîla kir

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker  526 caran êrişî qadên gerîla kirin.

Artêşa Tirk a dagirker 526 caran êrişî qadên gerîla kir
28 adar, 2025   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de ev agahî parve kirin:

"Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

25’ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer;

26 û 27'ê Adarê li Herêma Garê qadên Girê Sîser, Dêreşê, Girgaşê û Girê Kun 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;

26 û 27'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan, Goşînê, Sinînê, Kendekola 62 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Girgaşê, Girê Kun, Girê Zengil, Şehîd Amed, Kanî Sarkê, Girê Reşîd 81 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Şêlazê 33 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê 342 caran; bi giştî 518 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin."