Li Qamişloyê 7 kes hatin destgîrkirin

Di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li dijî toreke bazirganiya madeyên hişbir de, 7 bersûc hatin destgîrkirin.

Li Qamişloyê 7 kes hatin destgîrkirin
Li Qamişloyê 7 kes hatin destgîrkirin
Li Qamişloyê 7 kes hatin destgîrkirin
Li Qamişloyê 7 kes hatin destgîrkirin
28 adar, 2025   12:29
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Qamişloyê 7 kesên bersûc destgîr kirine. Li gorî daxuyaniya têkildarî mijarê, kesên hatine destgîrkirin bazirgan û belavkarên madeyên hişbir in.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku operasyona wan a li hemberî bersûcan li çend taxên Qamişloyê pêk hatiye û bi bersûcan re li gel madeyên hişbir, hinek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Kesên hatin destgîrkirin ji bo temamkirina xebatên qanûnî, ji dozgeriyê re hatin veguhestin.”