QSD: Hevreyên me Kobanê û Dijwar şehîd bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wê Kobanê û Dijwar Qidurbek şehîd bûne.

QSD: Hevreyên me Kobanê û Dijwar şehîd bûn
28 adar, 2025   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta du şervanan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin " Hevreyê me Kobanê (Ehmed Mihmûd Kenco) li eniyên Kobanê dema erkên xwe bi cih dianî şehîd bû. Hevreyê me Dijwar Qidûrbeg (Mihemed Ebdulezîz Osê) jî li eniyên Dêr Hafirê dema bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li ser herêmê dida şehîd bû.

Hevreyê me Kobanê bi fedakarî û dilsozî di nava refên hêzên me de kar kir. Tevî kun û tev li refên hêzên me bibû, lê di şarezayiya xwe ya şer de pêşkeftineke mezin bi dest xist. Li gel exlaqê wî yê bilind, hezkirina wî ji kar re û pabendbûna bi talîmat û rêgezên dîsîplînê, asteke pêşketî ji ezmûnên leşkerî û zanebûna armancên tekoşînê bi dest xist.

Hevreyê me Dijwar Qidûrbek,  hevalekî mutewazin bû, bi kelecan û bi lez berê xwe dida kar. Hevreyekî wêrek bû û ji zehmetiyan neditirsiya. Bi rihê têgihîştinê û hezkirina zanînê bi her tiştê nû re mijûl dibû. Xema wî ya herî mezin xebat û têkoşîna hevpar bû; ji ber dizanî ku xebata hevbeş encamên wê mezintir û grantîtir in. Lew ra girêdana wî bi hevalên wî zêdetir bû. Şehadeta wî bandoreke mezin hişt.

Em seraxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Biryara me mezinkirna berxwedan, têkoşîn û pêkanîna armancên şehîdan zêdetir dibe."

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Kobanê

Nav û Paşnav: Ehmed Kenco

Navê Dayikê: Edûle

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê-26 Adar 2025

Nasnav: Dijwar Qidûrbeg

Nav û Paşnav: Mihemed Osê

Navê Dayikê: Îlham Osman

Navê Bav: Ebdulezîz

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr Hafir-24 Adar 2025.

(bb)