Artêşa Pasdaran: Îhtimala ji nû ve destpêkirina şerê bi DYA'yê re kêm e

Artêşa Pasdaran a Îranê diyar kir ku îhtimala jinûve destpêkirina şerê li hemberî DYA'yê kêm e. Rêveberiya Tehranê her wiha ragihand ku li gel hevdîtinên dîplomatîk ew ji êrişeke gengaz re jî amade ne.

Artêşa Pasdaran: Îhtimala ji nû ve destpêkirina şerê bi DYA'yê re kêm e
27 gulan, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Artêşa Pasdaran a Şoreşa Îslamî ya Îranê îdia kir ku îhtimala ji nû ve destpêkirina şerê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re kêm e.

Ji rayedarên payebilind ên Hêzên Deryayî yên artêşê Mûhammed Ekberzadeh ji ajansa Tasnîm a Îranê re got: "Ji ber lawaziya dijmin, îhtimala şer kêm e."

Ekberzadeh her wiha diyar kir ku ew di nava amadekariyê de ne û got: "Hêzên me yên çekdar di nava alarmê de ne, şarjorên wan tijî ne."

LI ÎRANÊ TRAFÎKA HEWAYÎ JINÛVE DESTPÊ KIR

Li aliyê din ajansa nûçeyan ISNA'yê ragihand ku li 10 balafirgehên li Îranê seferên balafiran dê ji nû ve dest pê bikin. Li Balafirgeha Îmam Xûmeynî ya Navneteweyî û Balafirgeha Mehrabad a Navneteweyî seferan dest pê kiriye.

Balafirgehên mezin ên li Tehranê ji ber şer bi hefteyan girtî man û meha Nîsanê ji nû ve dest bi xizmetê kir.

JI ÇÎNÊ BANGA LIHEVKIRINÊ

Çînê jî hewldanên xwe yên dîplomatîk ên têkildarî krîza li Rojhilata Navîn zêde kirine.

Wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi bang li aliyan kir ku dilsozê agirbestê bin û got ew hêvî dikin ku DYA û Îran li ser zemîneke hevpar bigihêjin hev.