Mafên bikaranîna telefonê û hevdîtinê yên Werîşe Mûradî têne astengkirin

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evîn a Îranê tê girtin, ji mafê xwe yê peywendiya bi telefonê û hevdîtina li gel malbat û parêzeran hatiye bêparkirin.

Mafên bikaranîna telefonê û hevdîtinê yên Werîşe Mûradî têne astengkirin
27 gulan, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa HRANA têkildarî rewşa dawîn a girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evîn tê girtin, agahiyan belav kir.

Li gorî agahiyan, wek ‘ceza’ mafê bikaranîna peywendiya telefonê ji Werîşe Mûradî hatiye girtin.

Hema çavkaniyên ji HRANA’yê re ragihand piştî Werîşe Mûradî li hewşa Girtîgeha Evîn de digeriya dirûşma dijî pêkanîna cezayê darvekirinê bilind kiriye, ev ‘ceza’ hatiye dayîn.

Li gorî agahiyan Werîşe Mûradî ji hevdîtinên li gel malbat û parêzerên xwe hatiye bêparkirin, qedexe hîna berdewam e.

Hêjayî gotinê ye ku Kampanyaya Azadiya Werîşe Mûradî ragihand ku Werîşe Mûradî ji ber name û nivîsên ku di çarçoveya salvegera Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatine nivîsandîn û weşandin, di doza nû de bûne mijarên sûcdariyan. Werîşe Mûradî di vê dozê de bi tohmeta ‘propagandaya li dijî rejîmê’ hat darizandin û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.