Parêzerên ji Kolombiyayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan banga mafê hêviyê kir

Parêzerên jin ên ji Kolombiyayê nameyek ji Konseya Ewropayê re şand û ji bo bicihanîna mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bang kir.

Parêzerên ji Kolombiyayê ji bo Rêber Abdullah Ocalan banga mafê hêviyê kir
27 gulan, 2026   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên jin ên endamên ‘Kollektîfa li dijî Ceza’ yên ji Kolombiyayê têkildarî mafê hêviyê nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.

Di nameyê de hate gotin: “Em pir xemgîn in ku fîlozofekî dilsoz, rêberekî ku ji bo gelê xwe û bi taybetî ji bo jinan jiyana xwe daye û ji bo avakirina aştiyê bûye muxatabekî naskirî, ev demeke dirêj e di bin şert û mercên tecrîdê de dimîne. Bi taybet di demekê de ku tê de diyalogên aştiyê yên cidî têne meşandin.

Pêvajoyên diyalog, lihevhatin û veguherîna civakî nikarin li ser înkarkirina mirovahiya kesên ku beşdarî wan dibin, werin avakirin.

Bi heman awayî, ji perspektîfek afro-qanûnî û mafên mirovan a li Başûrê cîhanê, em dubare dikin ku qanûn nikare bibe amûrek teknîkî ya bê çarçoveyek dîrokî. Divê qanûn bersiva erkên exlaqî yên li hember gelên ku di dîroke de hatine çewisandin û yên ku beşdarî xeyalkirina alternatîfên demokratîk û kollektîf ji bo çareserkirina nakokiyan bûne jî, bide.

Têkoşîna gelê Kurd bi gelek têkoşînên me yên li Abya Yala re diyalogê dike; parastina xakê, xweserî, bîr, birêxistinkirina civakê, jiyana birûmet û formên kollektîf ên hebûnê li hember projeyên otorîter û kolonyalîst.

Weke parêzer, jin û femînîstên reş, em dizanin ku hêvî ne abstraksiyonek qanûnî ye. Hêvî pratîkek siyasî ya kollektîf e. Ew îhtîmala berbiçav a berdewamiya hebûnê, rêxistinkirina xwe û avakirina pêşerojeke azad e.”

Di heman demê de polîtîkayên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û Konseya Ewropayê ji ber ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bi cih neaniye, hate rexnekirin.

Parêzer Diana Marcela Ortiz Mesa ku di nava kollektîfê de cih digire, di dîmenê de ku ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re şandiye, têkoşîna gel silav kir, di heman demê de mafê heviyê yê ji bo Rêber Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî xwest.