Artêşa Îsraîlê serkirdeyekî Hemasê kuşt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezayê serkirdeyekî Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê serkirdeyekî Hemasê kuşt
23 mijdar, 2025   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di parvekirinek xwe de diyar kir ku serkirdeyekî Tevgera Hemasê li Şerîda Xezayê hat kuştin.

Artêşê aşkera kir ku navê serkirde Elaa El Hidêdî ye û berpirsê alîkariyê yê navenda berhemdanê ya Hemasê ye û di êrişa duh a li dijî Şerîda Xezayê de hatibû kuştin.

Der barê mijarê de Hemasê tu daxuyanî nedane.

Artêşa Îsraîlê duh êrişên bejahî û hewayî li dijî Xezayê pêk anîne. Girêdayî van êrişan serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ku ev êriş bersivana şandina çekdarekî Hemasê li xaka di bin serweriya Îsraîlê de ye.

(fr)