Artêşa Îsraîlê plana êrişê ya li ser Lubnanê erê kir

Artêşa Îsraîlê ku bombardûmana li ser Şerîda Xezeyê dewam dike, ragihand ku li dijî Hîzbûllahê ew amade ye li Lubnanê jî bikeve nava liv û tevgerê.

Artêşa Îsraîlê plana êrişê ya li ser Lubnanê erê kir
19 hezîran 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Times of Israel, piştî şerê li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê yê bi Hîzbûllahê re giran bû, artêşa Îsraîlê 18'ê Hezîranê roja Sêşemê ragihand ku ew amade ye êrişê bibe ser Lubnanê.

Artêşa Îsraîlê, di dema civîneke generalan a li ser 'nirxandina rewşê' de ragihand ku planên operasyonê yên ji bo 'êrişa' li ser cîranê xwe yê li bakur, erê kiriye.

Beriya ragihandina vê yekê, şefê dîplomasiya Îsraîlê Israel Katz gef xwar û diyar kir ku di 'şerekî topyekûn' de ku wê 'bandoreke cidî' li Lubnanê bike, wê koma Îslamî ya Şîa 'tine' bibe.

Li gorî New York Timesê, analîst dibêjin, şerekî navbera dewleta Îbrahî û Hîzbûllahê wê 'Îsraîl û Lubnanê xera bike'.

Analîst diyar dikin ku koma Lubnanî li gorî sala 2006'an ku 'Şerê dawî yê mezin ê li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin' niha hîn bêhtir xurt e. Di şerê sala 2006'an de ji aliyê Lubnanê herî kêm hezar kir, li aliyê Îsraîlê jî 160 kes miribûn, zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûbûn. ÎsraîLê bombardûmaneke giran li Lubnanê kiribû û bûbû sedema hilweşandinekê.

Sefîrê Serokê DYE'yê Joe Biden, Amos Hochstein di dema vê gefa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de li Beyrûdê axivî û anî ziman ku rewş 'cidî' ye û ragihand ku divê bi lez rageşiya navbera Îsraîl û Hîzbûllahê kêm bibe.