Çîgdem Dogû: Divê em bi rengê Zîlan giraniyê bidin pêngava Rêbertî

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê li ser xeta şehîdan, fedayîtî gihandine lûtkeyê û got: “Wê demê di meşandina têkoşîna li qada civakî de, ji bo serketinê divê em bi rengê Zîlan giranî bidin pêngavê.”

Çîgdem Dogû: Divê em bi rengê Zîlan giraniyê bidin pêngava Rêbertî
19 hezîran 2024   12:02
NAVENDA NÛÇEAYN

Çîgdem Dogû wiha got: “Îro gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd gerîlatiya profesyonel esas digirin û serketina li ser xeta Zîlanê esas digirin û têkoşînê geş dikin. Wê demê di meşandina têkoşîna li qada civakî de, divê em bi rengê Zîlanê, bi profesyonelî û fedayîtî xwe feda bikin û azadiya Rêbertî weke azadiya xwe û azadiya gelê Kurd bibînin. Bi vî rengî eger em çalakiyan lidar bixin, wê pêngav bi ser bikeve.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû derbarê Şehîdên Meha Hezîranê ku di demên cuda de bi sekin û şêwazên xwe yên çalakiyê di nava Tevgera Azadiya Kurd de xeta azadiyê afirandin û têkîliya wan a bi rojeva heyî re, ji Medya Haber TV’ê re nirxandin kir.

Çîgdem Dogû di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di nava dîroka me ya têkoşînê de, meha Hezîranê bi taybetî weke meha şehîdên fedayî yên jin pênase wergirt. Bi taybetî jî çalakiya fedayî ya ku şehîd Zîlan di meha Hezîrana 96’an de li Dersimê pêk anî, bû rastiyeke welê ku di nava rastiya PKK’ê de xeta fedayîtî gihand lûtkeyê.

Hevala Sema Yuce di Newroza 98’an de li girtîgehê çalakiya fedayî lidar xist. Bi birîndarî heta 17’ê Hezîranê jiyan kir û 17’ê Hezîranê şehîd bû.

‘JI BÎRANÎNÊN WAN RE BÛYÎNA BERSIV, BI VEGOTINA RASTIYA WAN PÊKAN E’

Piştre di sala 2002’yan de hevala Gulan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Heval Gulan jî di rastiyekê de hevalek bû ku pêşengî ji sazîbûna xeta fedayîtiyê re kiriye. Her sê heval jî di meha Hezîranê de şehîd bûn û her sê jî di nava têkoşînê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabûn. Van hevalan ji aliyê tevgera jinê û têkoşîna me ya giştî ve meha Hezîranê gihandin wateyeke bi vî rengî.

Em meha Hezîranê weke meha şehîdên jin îfade dikin. Destpêkê di şexsê heval Zîlan, Sema û Gulan de ez li ber bîranîna hemû şehîdên fedayî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Helbet ji bîranînên wan re bûyîna bersiv, dibe sedemê jiyana me. Ji bîranînên wan re bûyîna bersiv, di asta herî pêş de bi vegotina van şehadetan û vê rastiya fedayî pêkan e.

Şehîdên me yên herî mezin, şehîdên me yên fedayî ji aliyê têkoşîna me ve wateyeke çawa îfade kir? Hem giştî, hem ji aliyê têkoşîna me ya jinê ve hem jî ji aliyê xeta welatparêziyê ve çi îfade kir? Li Kurdistanê rastiyeke qirkirinê ya çawa hebû? Çanda jiyaneke çawa ya bi desthilatdariya mêr hebû ku ji aliyê jinan ve xeteke fedayî ya bi lehengane pêş ket? Helbet ev mijareke ku divê bê fêmkirin, hîn bêhtir bê lêkolînkirin, nîqaşkirin û şîrovekirin. Ez ne tenê di asta entelektuel de dibêjim; ev yek di heman demê de hîn baştir hate fêmkirin, bû xeteke jiyanê û di heman demê de veguherî xeteke xweparastinê, ji vî alî ve pir girîng e. Gelo Rêber Apo bi wateyeke çawa ev şehîdên me pênase kir, çawa nirxand; şîrovekirina van girîng e.

LÊGERÎNA JIYANA BI WATE

 Nameyên şehîd Zîlan hebûn ku hem ji Rêbertî re, ji jinan re, ji gelê Kurd re û ji jinên cîhanê, ji mirovahiyê re nivîsandibûn.

Heval Zîlan çima çalakî kir? Vê çalakiyê xwe spart kîjan lêgerîna jiyana azad? Ji bo azadiya jinan û civaka Kurd, tişta divê bihata kirin çi bû? Di esasê xwe de jî ya ku herî baş rastiya heval Zîlan tîne ziman nameyên wê, çalakî, sekna wê ya jiyanê, sekna wê ya kesayetî û heqîqeta wê ye. Di nameyên heval Zîlan de tişta herî diyarker; lêgeîrna jiyana azad, lêgerîna jiyana bi wate ye. Mesele bi israr çend caran qala ‘lêgerîna jiyana bi wate’ dike. Dibêje, ez dixwazim bibim xwediyê çalakiyeke mezin û bi wate bijîm. Dîsa dibêje, ez dixwazim bibim mînaka berxwedanê ya jinên Kurd û bibim nûneriya berxwedanê. Ev gotin gelek girîng û dîrokî ne.”

‘HEVALA ZÎLAN XETERÎ DÎT’

Çîgdem Dogû anî ziman ku lêgerîna heval Zîlan a ji bo jiyana bi wate, di nava rastiya PKK’ê de wate qezenc kir û wiha got: “Di 6’ê Gulana ‘96’an de li Şamê hewl tê dayîn ku sûîqest li Rêber Apo bê kirin. Di wê pêvajoyê de armanc kirin ku Rêbertî bi fîzîkî îmha bikin. Hewldana sûîqestê bi rengekî neserketî pêk hat. Hevala Zîlan li dijî vê hewldana sûîqestê ket nava lêgerîna çalakiyekê. Pêşbînî kir ku ev yek hem ji aliyê gelê Kurd, hem ji aliyê rastiya jinê, hem jî ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û Enetoliyê ve xeteriyeke çawa mezin teşkîl dike. Heval Zîlan xwedî wê hêzê ye ku çarçoveya Komploya Navneteweyî ya di ‘99’an de pêk hatî pêş bibîne. Lewma di nameya xwe de destpêkê xîtabî Rêber Apo dike.”

‘RÊBERTÎ NAMEYA ZÎLANÊ BI KÛRAHÎ NIRXAND’

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku hevala Zîlan ev êrîşa li dijî Rêber Apo hatî kirin, weke sûîqesta li dijî gelê Kurd û jinên Kurd nirxand, çalakiya xwe jî li ser vê yekê rêxistin kir û got: “Rêbertî nameya hevala Zîlan bi kûrahî, hevok bi hevok xwend û nirxand. Rêbertî wiha got, ‘Zîlan xwedawend e’, ‘fermandara min e’. Ji aliyê rastiya şer ve, ya ku serketinê diafirîne xeta fermandariyê ye. Rêbertî di 8’ê Adara sala ‘98’an de îdeolojiya rizgariya jinê cara yekem îlan kir. Di rastiyê de ji bo bîranîna şehîd Zîlan îlan kir. Helbet ev ne tiştekî şexsî ye. Nirxên azadiya jinê ya ku di şexsê heval Zîlan de derketine holê, ji hemû jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn, jinên cîhanê re bû mal. Weke Tevgera Jinan em hevala Zîlan mîna sembola xwe ya bûyî xwedawend, dibînin.”

SEMA BÛ PIRA JI 8’Ê ADARÊ HETA NEWROZÊ’

Çîgdem Dogû axaftina xwe wiha domand: “Rêbertî nameyên hevala Sema jî pir bi berfirehî nirxand. Heval Sema weke şopdara heval Zîlan çalakiya fedayî lidar xist. Di nava şert û mercên girtîgehê de bû. Heval Sema gotibû, ‘Eger ez li derve bam, helbet min ê li ser esasê serketinê û jiyana azad çalakiyeke hîn xurttir û cudatir bikira’. Çalakiyeke di tarzê heval Zîlan de… Gotibû, ‘min dikarî di tarzê heval Zîlan de bikim. Ji ber ku di nava şert û mercên girtîgehê de bû, çalakiya xwe jî li gorî van şert û mercan pêk anî. Heval Sema jî wiha digot, ‘Ez dixwazim bibim pira ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê’.

Heval Sema di nameya xwe de digot, ‘ez hemû nakokiyên di dîroka Kurd de di hundirê xwe de dijîm’. Ev tiştekî pir girîng e. Heval Sema çalakiya xwe veguherand pireke ji 8’ê Adarê heta Newrozê. Ev çi îfade dike? Ev yek yekbûna têkoşîna rizgariya neteweyî ya bi têkoşîna jinê îfade dike. Wate dayîna vê yekê jî pir girîng e; ku em jî li ser xeta azadiya jinê û têkoşîna xwe de vê yekê dijîn. Rastiya me di esasê xwe de vê heqîqetê îfade dike.”

 ‘GULAN XETA FEDAYÎ KÛR KIR’

Çîgdem Dogû ev tişt bilêv kir: “Heval Gulan yek ji hevalên me bû ku di pêvajoya 99’an de ji bo li dijî komploya li hemberî Rêbertî çalakiyê lidar bixe, ket nava liv û tevgerê. Piştre dema ku Rêbertî talîmat da ku ev çalakî bên sekinandin, paşde vegerî. Heval Gulan yek ji damezrîner û pêşenga rêxistina hêzên taybet e. Heval Gulan bi vî rengî di nava têkoşînê de cih girt. Ji bo pêşxistina xeta fedayîtiyê, kûrbûna wê, rêxistinkirina hevrêyên nû li dora vê çandê, zanekirin û perwerdekirina wan bi rastî bi roleke pir girîng rabû. Heval Gulan di sala 2002’yan de ji aliyê hêzên tasfiyeger ve hate hedefgirtin û qetilkirin.”

‘GERÎLAYÊN ME LI SER XETA ZÎLAN, SEMA YUCE Û GULANÊ FEDAYÎTÎ GIHANDIN LÛTKEYÊ’

Çîgdem Dogû diyar kir ku şerê qirkirinê dewam dike û wiha got: “Îro hem li Bakurê Kurdistanê hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê; bi taybetî li qadên Zap, Metîna û Avaşîn teknîk, çekên kîmyewî û taktîk nukleer di asta herî pêş de tên bikaranîn. Hevrêyên me bi rojane di bin tonan bombebaranan de, bi fedayiyane şer dikin. Em dikarin bêjin ku gerîlayên me yên HPG û YJA Starê li ser xeta Zîlan, Sema Yuce û Gulanê fedayîtî gihandin lûtkeyê. Bi rojane bi îdîaya serketinê li dijî êrîşên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi ruhê fedayî berxwedanê didomînin. Bi rojane şehadet jî çêdibin. Bi vê wesîleyê ji bo bîranîna şehîdên meha Hezîranê û ji bîranîna hevrêyên me yên şehîd re bûyîna bersiv, ez dubare soz didim ku em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevala Zîlan Pepule ya Rojhilatî, di sala 2006’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Ew jî 30’ê Hezîranê şehîd bû. Dîsa heval Leyla Agirî jî di sala 2020’an de hate qetilkirin. Heval Leyla Agirî yek ji pêşengên têkoşîna me bû û endama Konseya Rêveber a KJK’ê bû.

Hevalên me Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed û Şaristan Asmîn sala borî şehîd bûn. Reyhan Amûdê jî sala borî şehîd bû. Dîsa ji hevrêyên me heval Fazil hem di pêvajoya 15’ê Tebaxê û hem jî pêngava 1’ê Hezîranê de fermandarî kiriye. Hevalên me Elî Piling, Helmet, Doktor Huseyîn, Salih û Avareş jî şehîdên me yên Hezîranê ne. Bi wesîleya salvegera 20’emîn a pêngava 1’ê Hezîranê, ez bi rêzdarî û minetdarî hemû şehîdên me bi bîr tînim. Dema heval Sema Yuce şehîd bû, heval Fîkrî Baygeldî jî heval Sema weke fermandar nirxand û weke şopdarê wê çalakiya fedayî kir.”

DIVÊ EM ŞEHÎDÊN XWE FÊM BIKIN Û XWE AZAD BIKIN

Bi sedan hevalên mêr yên weke Xebat, Zana, Rojhat û Erdal hene. Ev heval jî hem di nameyên xwe de û hem jî di rojnivîskên xwe de li dijî serweriya mêran disekinin. Ji ber wê jî helwesta van hevalan ku bi têkoşîn, çalakî û kesayeta xwe nîşan dane û xweafirandina girêdayî vê bingehê bêguman hewce ye were nirxandin e.

Zêdenirxandina van yekan ya di nava civakê de gelekî girîng e. Hevrêyên Fazıl, Helmet Alî û Piling  bi salan di nava têkoşîna me de cih girtin. Ew hevrêyên me yên mînak in ku hem di şerî de hem jî di jiyanê de hevrêtiya rast ya li gel jinan esas girtine. Dema ku em di çarçoveya modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk, jiyana biwate yanî yanî di çarçoveya rastiya jiyana azad de lê dinêrin,  her ji van hevrêyên me bi rastî jî mînak in.

Bêrîvan, Raperîn, Leyla ew hevrêyên me ne ku em li gel wan mane û me nas kirine. Her yek ji van hevrêyan û hemû hevrêyên me yên ciwan ku bi coş û enerjiya xwe û bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî ji bo me weke model in. Jin, mêr, ciwanên civakê û bi taybetî jî ciwan divê zêdetir wateyê li van şehîdên me bar bikin. Hewce ye şehîdên me fêm bikin û xwe azad bikin. Şehîdên Xizîranê vê rastiyê nîşanî me didin. Werin em vê rastiyê baştir fêm bikin û girêdayî vê yekê têkoşîn û rêxistina xwe xurttir bikin.

Biryara dardekirina Rêbertî ya di 29’ê Xizîranê de wateyeke xwe ya taybet hebû. Nêzîkatiyeke taybet bû ku hevdemî dardekirina Şêx Saîd bû. Serqutkirina serhildanê û dardekirina Şêx Saîd di dîroka Bakurê Kurdistanê de pêvajoyeke girîng da destpêkirin. Ev yek di dîroka dewleta Tirkiyeyê de destpêka qirkirina gelê Kurd e. Rêbertî jî 29'ê Xizîrana 1925'an weke roja destpêkirina qirkirinê  pênase kiribû. Ji ber wê yekê jî di rojeke bi vî rengî de biryara dardekirinê hatibû dayîn.

Çîgdem Dogûyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya fêmkirina pergala qirkirinê û got: Li hemberî vê yekê gelekî têkoşîn hate meşandin. Hevrê û welatparêzên me bi fedaî çalakiyên xwe pêk anîn. Gel rabû ser piyan, li ber xwe da û girêdayî vê yekê jî cezayê dardekirinê ji destûra bingehîn hate rakirin. Ev yek bi saya têkoşîna gelê pêk hat û di dîroka Komara Tirkiyeyê de pêngaveke yekem bû. Gelekî girîng e. Ji bo têkoşîna Kurdistanê jî destkeftiyeke pir girîng bû. rayedarên Tirk rastiya li Îmraliyê ya ji 25 salan pêk tê, weke pêvajoyeke dardekirinê îfade kiribûn. Bi rastî jî polîtîkayeke zêde bitalûke û qirêj îfade kiribûn.  Pêvajoyeke qirkirinê ya ku di 1925’an de dest pê kiriye heye ku hên navneteweyî jî daxilî vê yekê ne. Komara Tirkiyeyê pêşengtiya vê  pêvajoyê dike lê belê ew polîtîkan e ku weke navneteweyî tên meşandin. Komploya Îmraliyê jî vê rastiyê nîşanî me dide. Ji ber wê jî em vê yekê bi zelalî dibêjin; Pergala Îmraliyê ya tecrîdê pergaleke qirkirinê ye. Ku ev nêzîkî 40 mehan e ji Rêbertî tu agahî nayê standin. Fêmkirina vê pergala li Îmraliyê gelekî girîng e. Weke tê zanîn Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê gotibû: ‘’ Li Îmraliyê tecrîd tune ye.’’ Li hemberî vê tecrîdê ev qas zext, hewldan û pêngav hene. Sereketirîn rojeva gelê Kurd û dostên wan azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Li hemberî vê yekê rayedarên rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst bi tenê dibêjin: ‘’Tecrîd tune ye.’’ Ev yek gelekî girîng e. Tecrîd li pêş çavên her kesî tê meşandin û mînaka tecrîdeke bi vî rengî li seranserê cîhanê tune ye. Bo nimûne CPT raporan diweşîne ku têde hema bibêje tiştekî rast tune ye. Her wiha di sersalê de seredana Tirkiyeyê kiribû tevî ku ev mijar zêdse di rojevê de ye jî seredana Îmraliyê nekir. Her wekî ku pirsgirêkek bi vî rengî tune ye, tevdigere.’’

HEWCE YE EN PÊNGAVA RÊBERTÎ WEKE ZÎLANÊ DEST BIGIRIN Û TEQEZ SER BIKEVIN

Dogûyê destnîşan kir ku rastiya Îmraliyê tê înkarkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’ Tişta ku awayê herî baş rûyê faşîzma AKP û MHP’ê derdixe holê, rastiya Îmraliyê ye. Nayê qebûlkirin ku rewşa Rêbertî were veşartin. Her wiha ev yek ji bo rastiya Tirkiyeyê tiştekî erjeng e.  Ev yek ji bo Rojhilata Navîn jî ji bo mirovahiya cîhanê jî bi rastî jî talûkeyeke pir cîdî îfade dike. Ji ber wê yekê jî pêngava Rêbertî di asteke diyar de dimeşe. Lê belê hewce ye li hemberî kesên ku asta qirkirinê ya heyî, rastiya Îmraliyê û şerê berdewam dike, înkar dikin jî têkoşîn were xurtkirin û berfirehtirkirin. Hewce ye em dubare balê bikşînin ser rastiya Zîlanê.  Hevrê Zîlan yek ji wan hevrêyan bû ku Rêbertî baş fêm kiribû. Ne tenê di çarçoveya hestî de her wiha di çarçoveya pêvajoya sîyasî de jî wê Rêbertî baş fêm kiribû. Ji ber wê yekê jî çalakiya xwe ya fedaî pêk anî. Ji ber wê yekê jî hewce ye em weke Zîlanê li nêzî pêngava Rêbertî bibin. Qesta min ne tenê weke Zîlanê çalakiya fedaî ye. Hewce ye em kûrbûna li vir fêm bikin; yanî weke têkiliya Rêbertî û Zîlanê em bi awayekî profesyonel kûrahiya îdeolojîk û hişmendiya têkoşînê girêdayî xeta Zîlanê berê xwe bidin serkeftinê, dîsîplîn, rêxistina çalakiya xwe û terza tevgerê esas bigirin.  Îro gerîlayên HPG û YJA Starê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd gerîlatiya profesyonel esas digirin û girêdayî xeta Zîlanê serkeftinê esas digirin. Ji ber wê jî hewce ye em çalakiyên pêngava Rêbertî xurttir bikin û binîn asteke wisa ku her kes bikare têde cih bigire. Ev yek jî gelekî girîng e.’’

 Çîgdem Dogûyê bal kişand ser çalakiyên li seranserê cîhanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin û got: ‘’ Îro li seranserê cîhanê, li Kurdistanê, li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî   çalakî tên lidarxistin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê gelê çalakiyên nobedê yên ji akiyê gelê me û dayîkên ne ve tên meşandin hene. Çalakiya nodeba azadiyê ya li Mexmûr, Şengal û Strasboûrgê berdewam dikin. Li Rojava hema bibêje her roj ji bo Rêbertî çalakî û meş tên lidarxistin. Hemû jî gelekî girîng  û watedar in. Hewce ye em van çalakiyan di asta jinan de jî zêdetir xurt û berfirehtir bikin. Çimkî bi rastî xeta Rêbertî ji bo jinan tê wateya azadiyê û bi wê yekê xeta azadiyê ya mezin ji aliyê Rêbertî ve hate avakirin. Ji ber wê yekê hewce ye em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî zêdetir li ber xwe bidin. Ev yek ji bo me berpirsiyariyek e, erkek e û deyn e. Ji ber wê yekê hewce ye em weke Tevgera Jinan li her derê çalakiyên xwe xurttir û zêdetir bikin. Di pêşerojê de wê girîng be ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên ‘’Em li ser Sifreya Rojê Dicivin’ werin hevparkirin û xurtkirin. Her wiha em bang li hemû jinan jî dikin ku tevlî vê yekê bibin.’’

HEWCE YE EM RÊ NEDIN KU REJÎMA AKP Û MHP’Ê HEBÛNA XWE BIDOMÎNIN

Dogûyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rastiya faşîzma dewleta Tirk û ev yek anîn ziman: ‘’ Tirkiye pêvajoyeke anormal di nava rastiyeke rejîmeke faşîzan de derbas dike. Ji bo eşkerekirina vê yekê gelek mînak hene. Bo nimûne Doza Kûmpasê ya Kobanê, xespkirina şaredariya Colemêrgê, binçavkirinên heyî, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, êrîşên berdewam û şerê bi bombebarandinan tê meşandin. Ji bo vî şerî gelek pere tên xerckirin û dema ku em li Tirkiye û Kurdistanê jî dinêrin hejariyeke pir cidî heye. Rewşeke cidî ya bêexlaqî, dejenerebûn û gendeliyê serdest e. Çeteyan desthilatdarî xistine di bin kontrola xwe de. Em îro nikarin behsa pêkhatekeye dewletê ya cidî bikin lê belê em dikarin weke pergaleke çeteyan bi nav bikin. Em ji rewşa dewletê ya heyî re bibêjin rêxistina çeteyan wê rasttir be. Her wiha her roj jin tên qetilkirin. Di rewşeke wiha qada nabe ku em qala normalbûnê bikin. Ev yek derew e. A rastî ev yek bi armanca veşartin û rewakirina rejîma bêexlaq ya çeteyan e. AKP di hilbijartinê 31’ Adarê yên xwecihî de hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê bi awayekî cîdî têk çû. Ji ber wê têkçûnê jî bê nefes ma û niha jî pêdiwîya wan bi nefesekê heye. Vê nefesê li ku peyda dike? Bêguman weke hemû caran di çêkirina rojevên derewîn de peyda dike. Hewce ye were zanîn ku tiştekî bi navê normalbûnê tune ye û ev yek hemû derewên desthilatdariyê ne. Ger normalbûnek hebe ew jî normalkirina faşîzm, rastiya qirkirinê, çeteyan, qetilkirina jinan, hejarbûn û bêexlaqiya polîtîkayên şerî ne. Her wiha AKP hewl dide ku van kiryarên xwe yên qirêj weke tiştekî normal bide nîşandan. Hewce ye piştperdeya vê rastiyê baş were fêmkirin û eşkerekirin. Erdogan bi awayeke zelal dibêje ku em qala normalbûnê dikin lê belê em dev ji xetên xwe yên sor bernadin. Qesta wî ji xeta wan a sor jî berdewamkirina faşîzmê yanî qirkirina gelê Kurd û berdewamkirina şer e. Qesta wan ji xeta sor ev e. Ji ber wê yekê jî gelekî girîng e ku em vê sextekariya wan baş bizanibin û eşkere bikin. Hewce ye tu kes bi van derewan nexape. Rejîma AKP û MHP’ê çend tengav dibe, ji xwe re rojevên cuda cuda diafirîne. Di vê mijarê de pispor in.  Yek ji rêbaza sereke ya ku rejîma wan li ser piyan digire ev e. Bi normalbûnê dixwazin vê yekê bikin. Pêvajoya hilbijartinan ev yek baş derxist holê. Rêxistina me ev yek gelek caran nirxand. A rastî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî ev yek baş nîşan da. Bi provekirin, kiryar û polîtîkayên xwe Tirkiye perçe kirin. Dibêjin ku PKK dixwaze Tirkiyeyê perçe bike lê belê ya ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe perçe kiriye, rejîma faşîst ya AKP û MHP’ê bi xwe ye. Di encama hilbijartinên xwecihî de gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi awayekî zelal îspat kirin ku çi dixwazin. Hewce ye partiya muxalefetê jî vê yekê baş fêm bike. Li vir tenê dengên CHP’ê zêde nebûn. Her wiha ji ber aciziya ji rejîma AKP û MHP’ê jî vê yekê rû da.  Piştî hilbijartinan şaredariya Wanê xesp bikin lê belê hem gelê Wanê hem gelê Kurd û hem jî aliyên demokrat û şoreşger yên Tirkiyeyê nerazîbûnên xwe li hemberî wê yekê bi awayekî zelal nîşan dan. Em ê çawa ser bikevin? Em ê  bi têkoşîna hevpar ser bikevin. Girêdayî esasên demokratîk, daxwaz û rêgezên demokratîk em ê têkoşîna hevpar xurt bikin û ser bikevin.  Şaredariya Colemêrgê hate xespkirin. Hewce ye aligirên demokrasîyê, şoreşger û azadîxwazên Tirkiyeyê, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê vê yekê weke pirsgirêka azadî û demokrasiyê binirxînin û girêdayî vê yekê bibin yek û weke mînaka Wanê xwedî li Colemêrgê derkevin. Bi vî awayî em dikarin ser bikevin. Baweriya min bi vê yekê heye ku em ê bi têkoşînê ser bikevin. Me bi têkoşînê serkeftin bi dest xistin û ji niha şûnde jî em ê bi têkoşînê ser bikevin û teqez em ê Şaredariya Colemêrgê bi dest bixin.’’

Çîgdem Dogûyê di dawiya axaftina xwe de  bal kişand ser têkoşîna li dijî kiryarên rejîma AKP û MHP’ê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’ Têkbirina van polîtîkayên xespkirina şaredariyan wê teqez ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê serkeftinê bîne.  Ji ber wê yekê jî hewce ye em têkoşîna xwe bênavber berdewam bikin.  Berê xwe bidin demokrasî û azadiyê û bi armanca pûçkirina rojevên sexte yên rejîma AKP û MHP’ê  û têkoşîna xwe xurttir û mezintir bikin. Wê ev yek serkeftinê bi xwe re bînin. Her wiha ev yek wê bibe armanca sereke ya pêşeroja me.’’