Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne

Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe li gel kesayetên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine didomîne û bi wan re rêbazên bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê nîqaş dike.

Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe didomîne
27 îlon, 2024   21:24
HESEKÊ

Însiytaîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li parka Xwendinê ya bajarê Hesekê bi gelek kesayetên li gel Rêber Abdullah Ocalan rûniştine re civiya.

Endamê însiyatîfê Silêman Îsa Ehmed behsa pêngava navneteweyî, hevdîtinên wan bi siyasetmedar û hiqûqnasên cîhanî û yên xelatên nobelê wergirtine re, kir.

Ehmed îşaret bi çalakiyên însiyatîfê kir mîna lidarxistina civînan û hevdîtinên însiyatîfê li gel partiyan, siyasetmedaran re kir û got: "Em dixwazin nêrîna kesên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine der barê bidawîkirina pergala tecrîdê û qirkirinê de guhdar bikin."

Di civînê de teqezî bi belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan li her derê û lidarxistina çalakiyan, ji bo ku fişarê li dewleta Tirk bê kirin da ku pergala îşkence û qirkirinê bi dawî bike, hate kirin.

Di civînê de banga li darxistina mîna van civînan hate kirin.

Çaverê ye ku însiyatîfê di rojên bê de heman civîn li bajarên din ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bixe.

(şx)