Artêşa Îsraîlê li kûrahiya Sûriyeyê êrişeke "pêşîlêgirtinê" pêk anî

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro, wê li dijî nuqteyên leşkerî yên rejîma berê yên li Colanê êrişeke pêşîlêgirtinê pêk aniye û ew nuqte rûxandine.

Artêşa Îsraîlê li kûrahiya Sûriyeyê êrişeke "pêşîlêgirtinê" pêk anî
6 tîrmeh, 2025   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê dîmenên ketina endamên hêzên wan li kûrahiya çiyayê Heremon yê Sûriyeyê belav kirin û got ew êrişên xwe li Sûriyeyê didomînin.

Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên Îsraîlê li nava xaka Sûriyeyê êrişên armancgirtinê pêk tînin û di êrişekê de gelek nuqteyên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê ya berê rûxandine. Artêşê aşkera kir ku ev nuqte yên li nêzî lûtkeya çiyayê Heremon bûn eniyên pêş bûn û gefên yekser li dijî nuqteyên Îsraîlê yên li beşa Heremon in.

(ac/fr)

ANHA