Şewatek mezin li Çiyayê Garê derketiye

Şewateke mezin li Çiyayê Garê yê dikeve sînorê navçeya Dêrelok ya ser bi Amêdiyê ketiye û heta niha ji bo vemirandina agir tu hewldanek nehatiye kirin.

Şewatek mezin li Çiyayê Garê derketiye
6 tîrmeh, 2025   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî herêmî ji Rojnewsˊê re aşkera kiriye, li Çiyayê Garê şewatek çêbûye û her diçe berbelav dibe.

Çavkanî diyar kir ku ti dengê teqîn an jî bombebarana artêşa Tirkiye ya li ser herêmê nehatiye bihîstin û got, “Ev yek jî gûmana gelo ev agir bi zanabûn hatiye pêxistin, tê hişê mirovan.”

Agir qadeke berfireh girtiye û her diçe zêdetir dibe. Xeterî heye ku agir bigihêje zevî û baxçeyên welatiyên li herêmê.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî ti tîmeke ya agirvemirandinê neçûye herêmê û mudaxeleyî agir nekiriye ji bo vemirandinê.

Çiyayê Garê yek ji çiyayên stratejîk a Herêma Kurdistanê ye û bi salane artêşa Tirkiye li herêmê bombe dibarîne û tevgerên leşkerî lê dike. Gelek caran ji ber bombebarana wan agir girtiye herêmê û ziyaneke mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyan.