Ji Rêber Apo peyam: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re got: “Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe û divê her kes berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”

Ji Rêber Apo peyam: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
6 tîrmeh, 2025   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beriya hefteya ku tê payîn têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd geşedanên krîtîk biqewimin, li Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di şandeyê de Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol cih digirtin. Hevdîtin, 2 saet û nîvan domiya. Şandeyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand

Daxuyanî wiha ye:

"Ji çapamenî û raya giştî re;

Weke şande me îro li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re bi qasî du saet û nîvan hevdîtineke berhemdar kir.

Tenduristî û moralê birêz Ocalan gelek baş bû. Di hevdîtinê de diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Anî ziman ku bi avêtina gavên nû re, di mijara bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê de berpirsyartî dikeve ser milê me tevan.

Got ku girîngiyeke mezin da hevdîtina ku dê endamên şandeya me bi birêz Serokkomar re li dar bixe. Diyar kir ku ev hevdîtineke dîrokî ye. Di heman demê de anî ziman ku komîsyona ku dê li Meclisê were avakirin jî dê ji hêla aştî û çareseriyê ve bi rolek girîng rabe.

Birêz Ocalan destnîşan kir ku ev pêvajo bi awayekî giştî dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê sûdewer be û di vê mijarê de me dît ku hêvî, bawerî û pêbaweriya wî gekel xurt e.

Di dema hevdîtinê de me bihîst ku li xaka Rêveberiya Herêma Kurdistanê çendek leşkerên ji ber gaza metanê jehrî bûn jiyana xwe ji dest dane. Vê bûyerê hem birêz Ocalan hem jî me pir xemgîn kir. Bi vê wesîleyê em rehmetê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane û ji malbat û xizmên wan re jî sersaxiyê dixwazin.”