Artêşa Îsraîlê kuştina 4 kesan ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa wê ya li Refehê ya başûrê Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê kuştina 4 kesan ragihand
30 mijdar, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku di êrişa wê ya li herêma rojhilatê Refehê ya başûrê Xezayê de 4 çekdar hatin kuştin.

Artêşê daxuyand ku her çar kes ji tunelekê derdiketin û got kesên hatine kuştin kiryarên xirabkirinê dikirin.

(bb)