Têkoşîna li dijî madeyên hişbir: 15 kes hatin girtin

Li Tebqayê 15 belavkar û bazirganên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

Têkoşîna li dijî madeyên hişbir: 15 kes hatin girtin
21 mijdar, 2024   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijdarê de daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me piştî şopandina tevgera belavkar û bazirganên madeyên hişbir, rêzeoperasyon li bajarê Tebqayê li dar xistin. Di encamê de 15 kes hatin destgîrkirin û miqdareke madeyên hişbir desteser kir."

Li gorî daxuyaniyê, di lêpirsînê de kesên hatine destgîrkirin li xwe mikur hatine ku madeyên hişbir belav dikirin û bi kar dianîn. Hate diyarkirin ku bersûc sewqî dadgehê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de bang li şêniyan hat kirin ku der barê kiryarên belavkar û bazirganên hişbirê de hêzên ewlekariyê agahdar bikin.

(bb)