Li Şedadê xebata çandina 20 hezar daran

Komeleya Keziyên Kesk bi hevkariya Komeleya Perwerdeyê ya bajarê Şedadê projeyeke çandina 20 hezar daran da destpêkirin.

Li Şedadê xebata çandina 20 hezar daran
Li Şedadê xebata çandina 20 hezar daran
Li Şedadê xebata çandina 20 hezar daran
Li Şedadê xebata çandina 20 hezar daran
Li Şedadê xebata çandina 20 hezar daran
22 adar, 2025   14:34
HESEKÊ

Komeleya Keziyên Kesk bi hevkariya Komeleya Perwerdeyê li bajarê Şedadê projeyeke çandina 20 hezar daran da destpêkirin.

Di serî de jin, hejmareke mezin a kesên xwebeş beşdarî projeyê bûne. Projeya çandina 20 hezar daran li avahiya Komeleya Perwerdeyê û dibistana Taxa Başûr dest pê kir. Di qonaxa yekemîn a projeyê de torbe bi axê hatin dagirtin û di ya duyemîn de jî şitilên darên fistiqên helebî û tirkî xistin torbeyan.

Rêvebera Komeleya Perwerdeyê ya Şedadê Neda El Hilo der barê mijarê de got: “Bi tevgereke dilnizm a Komeleya Keziyên Kesk ku li gel Komeleya Perwerdeyê hevkarî kir da ku daran li dibistanên Şedadê biçînin. Proje dê hemû erdên ku ji bo çandiniyê guncaw in, bigire nava xwe.”

Neda El Hilo anî ziman ku heya niha 10 hezar torbe bi axê hatine dagirtin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Armanca me 20 hezar şitil e. Bi dehan jinên xwebeş ji bo serxistina projeyê beşdar in.  Xebat li gorî qonaxan bi rê ve diçe. Wekî qonaxên pêşîn darên fistiqên helebî û yên tirkî hatine hilbijartin, ji ber ku ew xwe li gorî şert û mercên jîngehê yên herêmî xwe diguncînin.”

Ev proje bi armanca kêmkirina çolbûnê û zêdekirina qada heşîn e.

(bb)

ANHA