Artêşa Iraqê hinek baregehên ewlehiyê ji Heşdî Şabî wergirtin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê diyar kirin ku piştî lihevkirinek di navbera her du aliyan de, artêşê çend baregehên leşkerî yên li herêmên Semawe û Amirliyê ji hêzên Heşdî Şabî wergirtin.

Artêşa Iraqê hinek baregehên ewlehiyê ji Heşdî Şabî wergirtin
15 tebax, 2026   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê îro ragihandin ku artêşa Iraqê berpirsiyariya çend cihan li parêzgeha Semawe û Amrliyê li parêzgeha Selahedînê girtiye ser xwe.

Çavkaniyan gotin ku hêzên artêşê piştî lihevkirinek di navbera wan de berpirsiyariya baregeha ewlehiyê ya hêzên Heşdî Şabî li Bade ya Semawa girtine ser xwe.

Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku baregehek din a hêzên Heşdî Şeebî li herêma Amirliyê ya parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin.