Bi helbestan serpêhatiya koçberiyê vedibêje

Helbestvan Nûrhan Hesen  di dîwana xwe ya yekemîn a helbestan de serpêhatiya xwe ya koçberiya ji Efrîn, heya Şehba û ji Şehba heya Qamişloyê vedibêje.

 Bi helbestan serpêhatiya koçberiyê vedibêje
 Bi helbestan serpêhatiya koçberiyê vedibêje
 Bi helbestan serpêhatiya koçberiyê vedibêje
 Bi helbestan serpêhatiya koçberiyê vedibêje
16 tebax, 2026   06:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di 28‘ê Tîrmeha îsal (2026) de helbestvan Nûrhan Hesen bi ahengehekê dîwana xwe ya yekemîn a bi zimanê erebî ya bi navê Defayîr Min El Remad (Keziyên ji Xweliyê)  îmze kiribû. Aheng ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve li avahiya HRRK‘ê ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya hejmarek rewşenbîr, hunermend, endamên saziyan, wêjevan û nivîskar pêk hatibû.

Nûrhan beriya ku ji Efrînê were koçberkirin bi salan dest bi nivîsandinê kiribû.  Lê piştî ku Efrînê di sala 2018‘an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin rêwîtiya xwe wêjeyî rawestand.

Nûrhan Hesen jî mîna bi hezaran Efrînî di dema êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê de ji warê xwe hat koçberkirin û 7 salan li kampên Şehbayê di nava şert û mercên giran ên koçberiyan de jiyana xwe borand. Mercên giran ên koçberiyê û dagirkirina Efrînê, dîsa jî serpêhatiyên jinên koçber bandorek li dirûniya Nûrhanê kir.

Nûrhan dibêje ku piraniya nivîsên wê li Efrîn man û ji ber zehmetiyên ku di qonaxa koçberiyê dîtin, demeke dirêj ji nivîsînê dûr ketibû.

Di dawiya Kanûna 2025‘an de ji ber êrişên giran li ser Şehbayê hatin kirin, Nûrhan û xelkên Efrînê yên li Şehbayê carek din hatin koçberkirin û vê carê rêya wan li Qamişloyê bû. Nûrhan piştî ku li Qamişloyê bi cih dibe karibû ezmûna giran derbas bike û careke din li nivîsê vegere.

Nûrhan Hesen diyar kir ku çapkirina pirtûkekê xeyalê wê yê bi salan bû û got, wê par (2025) gelek helbest di dîwana xwe ya yekemîn a Defayîr Min Remad (Keziyên ji Xweliyê) de kom kirin.

Helbestên dîwanê  li ser êş, zehmetiyên ku di rêwîtiya koçberiyê de kişandin, evînî û windakirina zarokan hatine nivîsandin.

Nûrhan Hesen wêneya şervan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya ku çileya îsal di encama êrişên komên çeteyên girêdayî hikumeta veguhêz de li Reqayê şehîd bû û keziya wê jî hat jêkirin ji bo berga dîwanê hilbijartiye. Li ser vê yekê dibêje, ew dixwaze berxwedana jinan a li hemberî êrişan nîşan nîşan bide.

Helbestvan Nûrhan Hesen ev tişt anî ziman: “Ez bi hêvî me kuem careke din neyê koçberkirin. Hêvî dikim ku em vegerin bajar û malên xwe û ewlehî û aştî çêbibin."

(sb)

ANHA