Armanca Yekitiya Esnafan rêxistinkirin û pêşxistina aboriya civakî ye

Hevserokê Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanca sereke ya yekitiyê ew e ku aboriya civakî were rêxistinkirin û pêşxistin, ew jî bi rêya dabeşkirina dikanan li gorî cûreyan û tunekirina tevliheviyê ye.

Armanca Yekitiya Esnafan rêxistinkirin û pêşxistina aboriya civakî ye
Armanca Yekitiya Esnafan rêxistinkirin û pêşxistina aboriya civakî ye
Armanca Yekitiya Esnafan rêxistinkirin û pêşxistina aboriya civakî ye
Armanca Yekitiya Esnafan rêxistinkirin û pêşxistina aboriya civakî ye
Armanca Yekitiya Esnafan rêxistinkirin û pêşxistina aboriya civakî ye
20 mijdar, 2025   06:05
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Bi armanca rêxistinkirina sûka xwecihî û pêşxistina aboriya civakî, damezirandina Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê hat ragihandin. Konferansa damezirîner a yekitiyê di 5'ê vê mehê de li dar ket.

Di konferansê de Nezhan Mehmûd û Fikret Xelîl Ebdo wekî hevserokatiya yekitiyê û 10 endamên Meclisa Giştî hatin hilbijartin.

QONAXA DAMEZIRANDINÊ

Ji bo naskirina plan û mekanîzma yekitiyê, ajansa me bi hevserokê yekitiyê Nezhan Mehmûd re hevpeyivînek çêkir. Mehmûd diyar kir ku berê yekitî beşek ji Odeya Bazirganiyê bû û got: "Piştî demekê me biryar da ku em rêziknameya xwe binivîsin û wekî yekitî tev bigerin. Ji ber wê berî konferansa damezirîner, me konferans li hemû kanton û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin. Di konferansan de reşpelika rêziknameyê hat xwendin û di konferansa giştî de bi girtina nêrînên endaman, rêzikname hat erêkirin û hevserokatî hat hilbijartin.

ERK Û XEBATÊN YEKITIYÊ

Mehmûd diyar kir ku di yekitiyê de dikanên cûrbecûr ên hemû beşên bazirganiyê wekî cilûberg, erebe, elektronîk û her wekî din, hene û got: "Di yekitiyê de komîteyên taybet ji bo her beşekê hene û ew jî biryarên li rêveberiyê digihîne civakê, di heman demê de nêrîn û daxwazên welatiyan digihîne aliyên rêveber."

Mehmû da zanîn ku di yekitiyê de komîteyên lihevanînê hene ku pirsgirêkên civakî û bazirganî bi rêbazên guncaw çareser dikin.

JI BO CIVAKEKE RÊXISTINKIRÎ Û ABORIYEKE PÊŞKETÎ

Mehmûd destnîşan kir ku karê yekitiyê di dikanên bazirganiyê de ew e ku diyardeya qezenca zêdeyî asayî sînordar bike û hevsengiyê di sûkê de pêk bîne û got: "Yekitî hewl dide ji bo derbaskirina dorpêça dewleta Tirk a ji zêdetirî 12 salan ve alîkariya Rêveberiya Xweser bike."

Mehmûd diyar kir ku armanc ji yekitiyê rêxistinkirina aboriya civakî ye ku sûk pêşketîtir û şaristanîtir be, ew jî bi rêya rêxistinkirina cûreyên dikanan li gorî cûreyê berhemên ku ew difiroşin û got: "Xwediyê dikana cilûbergan nabe xwarinê bifiroşe, xwediyê dikana amûrên elektronîk jî nabe tiştên dîtir bifiroşe. Rêxistinkirin bingeh e."

Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd got ku armanca wan rûniştandina karê rêxistinkirî û pêşxistina sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

(mh)

ANHA