Bîlançoya binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî

Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbic ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, li dijî jinan bi sedan sûcên wekî kuştin, tundî, tecawiz, îşkence û revandinê pêk hatin.

Bîlançoya binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî
20 mijdar, 2025   04:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li herêma Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di salên 2018, 2019 û 2024’an de hatine dagirkirin, êriş û tundiyên li hemberî jinan berdewam e.

Bi munasebeta 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, me ev sûcên wekî tecawiz, êrişên çekdarî û revandin kom kirin.

Ji ber li herêmên dagirkirî derfeta lêkolîneke bi tenduristî tune ye, hejmarên rast jî tam nayên zanîn. Lewma em tenê agahiyên ku gihîştine ber destê saziyên têkoşîna li dijî tundiyê parve dikin.

BI ÊRIŞ Û BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK; BÎLANÇOEYK 85 JIN

Li gorî daneyên ku Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin belge kirine, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 25 jin hatine qetilkirin, 37 jin hatine birîndarkirin û 23 jin jî hatine revandin.

Rêvebera Cîbicîkar a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin Şêrîn Çolî çavdêriyên saziyê yên li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî anî ziman û got: “Li van herêman jin rastî her cûr tundiyê tên. Taybet li Efrînê hêjmara jinên ku tên revandin her ku diçe zêde dibe. Jinên tên girtin û di girtîgehan de rastî êşkenceyên herî tund tên. Her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî jin tên revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.”

`ZEWICANDINA BI DARÊ ZORÊ’

Şêrîn Çolî bal kişand ser rewşa jinên Êzidî yên li Efrînê û diyar kir ku çekdarên li wê deverê jinan bi darê zorê baweriyên wan didin guhertin, hîcabê li wan dikin û zorê lê dikin ku navên xwe biguherin û çekdarên wan bi zorê bi xwe re dizewicînin.

XWEKUŞTIN ZÊDE DIBIN

Şêrîn Çolî destnîşan kir ku li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ber binpêkirinên ku li dijî jinan tê kirin, bi gelek jinan re nexweşiya derûnî çêbûne û ji ber wê jî xwekuştin zêde dibin.

`PIŞTÎ DEMEKE DIRÊJ, CARNAN BERSIVA ME TÊ DAYÎN`

Şêrîn Çolî da zanîn ku ew weke navend van binpêkirinan belge dikin û ji gelek aliyên peywendîdar ên girêdayî hiqûqê û mafê jinan re dişînin û got: “Carnan bersiva me tê dayîn, lê piştî demeke dirêj nû bersiv tê.”

DANYEKE DIN: 14 JIN HATINE QETILKIRIN Û 30 WINDA NE

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara (2025) belge kirine, li Efrînê 14 jin hatine qetilkirin, 22 birîndar bûne (ji ber tundiyê) û 30 jî hatine revandin (hin ji wan eqûbeta wan ne diyar e).

AGAHIYÊN BELGEKIRÎ YÊN RÊXISTINA MAFÊ MIROVAN A SÛRIYEYÊ

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji Çileya 2025`an heta Îlona 2025`an li Cizîrê bi êrişên balafira bê mirov 2 jin hatine qetilkirin, li kantona Firatê bi balafira bê mirov 2 jin û bi topbaranê jinek hatine qetilkirin. Minbicê bi balafira bê mirov, êrişeke çekdarî û teqînan 19 jin hatine kuştin. Li Efrînê bi êrişên çekdarî, xwekuştin 7 jin hatine qetilkirin. Her wiha li Cizîrê 4 jin bi topbaranê, li Firatê 3 jin bi bombebarana balafira bê mirov û topbaranê, li Minbicê 36 jin bi rêya balafira bê mirov û teqînan, li Efrînê 3 jin bi êrişên çekdarî birîndar bûne. Êriş, topbaran û bombebarana bi balafiran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ne.

Ji Mijdar-Kanûna 2024`an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, li Efrînê 2 jin bi êrişeke çekdarî birîndar bûne, li Minbicê bi topbaranê 3 jin hatine qetilkirin û 2 jî birîndar bûne, bi êrişeke çekdarî 2 jin hatine kuştin, bi bombebarana balafira bê mirov jinek hatiye qetilkirin û jinek hatiye revandin. Li Kobanê 2 jin bi topbaranê û 2 jinên din bi balafira bê mirov hatine qetilkirin. Li Eyn Îsayê bi bombebarana balafira bê mirov 2 jin hatine qetilkirin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin, ji bo belgekirina bûyerên ku li dijî jinan tê kirin, di sala 2020’an de hatiye avakirin. Navendên wan li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa, Kobanê hene. Her wiha navendek wan li paytexta Belçîkayê Brokselê heye.

ANHA